Kiryarê roja bûyerê bi taksiya tîcarî çûye Xarpetê ‘bi plan’ qetil nekiriye!

Îdianameya Çawişê pispor Murad Coşansel ê ku Burcu Demîr qetilkir hat amadekirin ji aliyê 2’emîn Mehkemeya Cezaya Giran a Elezîzê hat qebûlkirin. Kiryar ne ji sûcê ‘ bi plan qetilkirin’ dê ji ‘hevjina xwe bi qestî qetilkirinê’ bê darizandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Xarpêt- Li Xarpêtê di 9’ê Sibatê de endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Burcu Demîr (Coşansel) a 32 salî ji aliyê çawîşê pispor Murat Coşansel ê ku nû pê re zevicî bû liber deriyê  nexweşxaneya ku lê dixebitî bi çekê hat qetilkirin. Hat hînbûn ku kiryar beriya ku Burcu Demîr qetil bike gef lê xwariye. Lêpirsîna derbarê cînayetê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Elezîzê ve 3 meh şûnde temam bû û îdianame hat amadekirin.

Kiryarê ku bi kîlometreyan hatiye qetilkirina wî bi plan ne hat dîtin

Hat diyarkirin ku kiryar Murad Coşansel beriya roja bûyerê Burcu Demîr û bavê wê tehdît kiriye, tundiya derûnî li dijî Burcu Demîr pêk aniye û roja bûyerê bi taksiyê ji Sînopê hatiye Xarpetê.

Piştî bûyerê Murad Coşansel ê ku ji cîhê bûyerê reviya piştî bi seatan hat girtin. Burcu Demîr a ku ji aliyê malbata xwe ve hat defin kirin rêveberiya nexweşxanê nehiştibû hevalên wê tevlî taziyeyê bibin. Di îdianameyê de îfedeya kiryar, şahîd û rapora tipa edlî cîh girt. Murat Coşansel ê ku ji bajêrek hatiye bajêrek din û bi plan qetilkirin pêk aniye di îdianameyê de tê gotin ku ‘bi plan nehatiye kirin’ û hat xwestin ku bi sucê ‘bi qestî qetilkirina hevjîna xwe’ were darizandin.

Beriya bûyerê gefa mirinê xwariye!

Kiryarê ku di îfadeya xwe de bi gotina "Ew pir zêde min tehrîk kir’" xwest xwe biparêze, bi qeydên têlefonê yên ku derew û heqaret tê de hatin girtin gotinê kiryar derewand. Di dosyayê de hat diyarkirin ku kiryar gotiye min heqaret nekiriye lê beriya bûyerê telefon kiriye û heqaret li Burcu Demîr û bavê wê kiriye. Derket holê ku kiryar ji bilî heqeretan gef li bavê bavê Burcu Demîr dixwe û dibêje “Ezê bêm Xarpetê û we hemûyan bikujim, ezê we hemûyan tûne bikim”. Îdianame ji aliyê 2’emîn Mehkemeya Cezayê Giran a Elezîzê ve hat qebûlkirin. Danişina yekem dê 4 Hezîranê were kirin.

‘Cezayê heq dike bila bigire’

Malbata ku em pê re axivîn der barê mijarê de daxwaza edaletê kirin û banga xwedîderketina li rêxistinên jinan kirin. Endamên malbatê diyar kirin ku Burcu Demîr ji roja ku kiryar naskiriye rastî pirsgirêkan hatiye û diyar kirin ku her çend Burcu Demîr dixwest devjê berde  jî ji ber gefên kiryar nikare berde. Yek ji Xizmên Burcu Demîr diyar kir ku piştî demek şûnde agahiyên wan ji bûyerê çêbûye û wiha got: “Tenê daxwaza me ew e ku kiryar neyê berdan û cezayê herî giran bigre. Divê tu kes cezayê sivik nede vê qetlîamê, divê cezayê pêwîst bigre.”