Kêmbûna dermanan û şer êşa nexweşên bêhntengiyê li Xezayê zêde dike
Nexweşên bêhntengiyê li Zîvala Xezayê bi zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Pêdiviya nexweşan bi lênêrîna bijîşkên pispor û dermanan heye, ji ber dorpêça li ser wan ji dermankirinê bêpar dimînin.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Li Zîvala Xezayê ku dengê topbaranê bi bêhna gazên jehrîn re tevlihev dibe, nexweşên bêhntengiyê du qat êşê dikşînin, di nava hawirdoreke dorpêçkirî û nebûna dermanan de asê mane. Alaa El kefarna, yek ji wan kesên ku bi bandor bûne ye, rêwîtiya xwe ya bi nexweşiyê re di nava şer de vedibêje, eşkere dike ku çawa bidestxistina cîhazek ji bo nefesê bûye şerek rojane ji bo jiyanê.
Nexweşiya bêhntengiyê (astim) nexweşiyeke kronîk e heya mirinê bi nexweşan re dimîne. Başbûn an xirabtirbûna wê di bedenê de bi çend faktoran ve girêdayî ye, di nav de guherînên hewayê, rewşa psîkolojîk a nexweş û jiyana li deverên pevçûnê ku gazên pir jehrîn belav in ne pêkan e ku rewşa nexweş baştir bibe.Alaa El-kefarna, yek ji hezaran rewşan, diyar kir ku dîroka wê ya bi astimê re dirêj e. Di 14 saliya xwe de nexweşiya wê hat teşxîskirin lê rewşa wê di dema şerê li Xezayê de ji ber şert û mercên jiyanê yên dijwar ên ku wê kişand, nebûna amûr û dermanan û gazên jehrîn ên ku wê kişand, weke fosforê xirabtir kiriye.
Kêmasiya derman û pêdiviyên tendirustiyê
Tirs, birçîbûn û nexweşî sêgoşeyek e ku Alaa El Kefarna neçar kir di dema êrîşê de çend caran li nexweşxaneyê bimîne. Alaa dibêje: "Her çendî ez nikarim bêhna xwe bidim û rûyê min di deqeyên dawîn de şîn dibe jî rewşa min ne ewqas krîtîk tê hesibandin ku cihekî ji min re di nexweşxaneyê de veqetînin. Alaa destnîşan kir ku beriya êrîşê, kêm caran hewcedar bû li nexweşxaneyê bimîne, ji ber ku nexweşiya wê nedigihîşt vê astê.”
‘Cîhaza min a ji bo bêhgirtinê û her tiştê me di bomberanê de çûn’
Alaa el-Kafarna ji kêmbûna dermanan gazinan dike û wiha qala bûyerek ku jiyaye kir: “Rojekê dema rewşa min xirab bû bavê min ji malê derket û ji serê sibê heta saetên êvarê li dermanxaneyên Xezayê geriya da ku cîhaza bêhntengiyê ji min re peyda bike. Ew ditirsiya ku keça xwe winda bike.” Her wiha diyar dike ku wê demê, ew amûr ji bo malbatê çavkaniyek kêfxweşiyê bûye, ji ber ku her kes dikaribû bi aramî razê û dizanibû ger êrîşek çêbibe, ew ê tenê bêhnê bikşîne û vejîne û got: “Beriya mala me ji aliyê Îsraîlê ve were bombebarankirin cîhaza min a bêhngirtinê hebû lê piştî bombebaranê ji bilî me tiştek sax nema; heta cilên me jî di bin kavilan de man.”
Alaa diyar kir ku nexweşên bêhntengiyê ji bêhna gaz, roket, fosfor, gaz, zibil, kanalîzasyon û sotemeniyê bi bandor dibin û wiha domand: “Divê rojê sê caran ez cîhaza xwe bikar bînim lê ji ber bihayê wê zêde ye derman û tunebûna wê ya berdewam, neçar in ku rojê tenê carek bi kar bînim.”
Rêbazên alternatîf
Piştî ku hemû rê ji bo bidestxistina derman xilas bûn, Alaa Al-Kafarna serî li dermanên alternatîf da. Ew bi rêkûpêk dermanên xwezayî bi kar tîne, giyayan dikelîne û vedixwe. Bandora van rêbazan bi giraniya êrîşê ve girêdayî ye.
Alaa El Kefarna diyar dike ku dema gazên jehrîn ji hêla hêzên Îsraîlê ve li ser sivîlên li Xezayê hatin reşandin bêhna wê çikiyaye kir. Dayika wê zû perçeyek qumaş di av û sirkê de şil kiriye û daniye ser pozê wê da ku pêşî li dûmana bigihîje pergala wê ya bêhntengiyê bigre. Alaa anî ziman ku ev rêbaz ji bo her jinek li deverên pevçûnê dijî, kêrhatî ye, ji ber ku divê ew ji kişandina van gazan hişyar bin da ku ji pêşxistina nexweşiyên bêhntengiyê yên kronîk dûr bikevin.
Kêliyên gelek bi êş…
Alaa bûyereke xemgîn a ku bandorê li ser hiştiye bi bîr xist û got: “Rojek ez weke her carê li konê li herêma El Nisêrat ê başûrê Xezayê rûniştibûm, dema ku balafirên şer ên Îsraîlê konê li kêleka me ya ku xizmên me lê diman hedef girtin, hemû perçe bûn… Rûyê min şîn bû nikaribûm tehemul bikim. Min digot qey ez mirime, li nexweşxaneyê bi amûrek nefesgirtinê li ser rûyê xwe şiyar bûm.”
Ji bo bêhngirtinê nîvê şevê derdikeve derve
Alaa El kefarna hêvî dike ku destûr bê dayîn dermanên ji bo nexweşên bêhntengiyê bikevin hundir û ew bikaribe bi ewlehî vegere mala xwe. Her wiha da zanîn ku li cihê radizê bi dehan jin û zarok lê dimînin û ev qerebalixî dibe sedema zehmetiya nefesgirtinê. Ev jî dihêle ku di nîvê şevê de di hewşa vekirî de di sermayê de rûnê ji bo bikaribe bêhnê bigre.