Kanada dîsa bi gorên veşartî yên zarokan ket rojevê

Li Kanadayê di qada dibistanek dêra Birazanê ya kevin de zêdetirî 2 hezar hestiyên mirovan ên ku tê texmînkirin aîdî zarokên xwecihî nehatin dîtin.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku di sala 2021’ê de li herêma Star Blanket Cree Nation a girêdayî eyaleta Saskatchewan a Kanadayê di baxçeyê dibistanek Dêra Birazanê ya kevin de bermahiyên cenaze yên aîdê 215 zarokan hatin dîtin, niha dîsa dibistaneke din qeydên din hatin rojevê. Di legerîna radarê ya li qadê de hat ragihandin ku zêdeyî 2 hezar bermahî hatine dîtin.

Serokê Projeya Lêgerîna Erdê ya Star Blanket Sheldon Poitras di daxuyaniya ji çapemeniyê kir de, got ku bermahiyên hatine dîtin dibe ku bermahiyên mirovan û perçeyên kevir an jî daran bin. Sheldon Poitras got ku dema di 2’ê Cotmeha 2022’an de dest bi xebatê kirine wan perçeyek hestiyê çeneya aîde zarokekî pênc-şeş salî dîtine û wiha got: "Ev delîlên fizîkî yên goreke bê îşaret e.” Her wiha dema lêgerînan tunel û odeyên binê erdê jî hatin keşfkirin.

Dibistan di sala 1884’an de vebû

Dibistana Dêra Birazanê ya Lebret, li gundê Lebret ê nêzî Regina paytexta Saskatchewan e cih digre. Dibistan yekem car di 1884’an de hat vekirin û 1895’an berfireh bû. Dibistan di sala 1951’ê de, yek ji yekem dibistanên Birazan a xwendina dibistana navîn pêşkêş dike. Dibistana Dêra razane ya Lebret piştî 114 salan xebat meşand, di sala 1998’an de hat girtin.

Di sala 2021’ê de goristan derketin holê

Li Kanadayê gorên zarokên neqeydkirî yên li baxçeyê dibistana dêra razanê ya kevin, cara yekem di 29’ê Gulana 2021’ê de hestiyên 215 zarokan li baxçeyê dibistanê li Kamloops ya parêzgeha British Columbia hat dîtin, har rojev e. Li bexçeyê di 24’ê Hezîrana 2021’ê de bermahiyên cenazeyên 751 zarokan ên di qeydên fermî de nehatin dîtin, hatin dîtin. Li nêzî Dibistana St. Eugene Mission ya berê ya li parêzgeha British Columbiayê jî gorên neqeydkirî yên bermahiyên hestiyên 182 zarokan bûn, hatin dîtin. Dîsa daxuyaniya 12’ê Tîrmeha 2021’ê di qebîleya xwecî ya ji Giravên Kendava Başûr a Penelakut dan de, hatibû ragihandin ku li devera girêdayî Dibistana Dêra Birazanê ya Kuperê de zêdetirî 160 gorên "bê belge û bêîşaret" hatine dîtin. Her ku roj çû yên nû ji van goristanan re hat zêdekirin.

Ji malbatên xwe bi zorê hatin girtin

Tê zanîn ku ji malbatên xwecihî nêzî 150 hezar zarok bi zorê hatine girtin û li van dibistanan hatine bicihkirin. Di dibistanan de piraniya zarokan ji aliyê rahîp, rahîbe û mamosteyên din ve rastî tundiya fîzîkî, zayendî û derûnî hatin. Ji bilî îstîsmarên ku di qeydên Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê ya di sala 2010’an de li Kanadayê hat avakirin derbas dibin, hat diyarkirin ku li ser hin zarokan ceribandinên tibî hatine kirin. Ji aliyê din ve, hikûmetê ji ber bûyerên ku di dibistanên dêra Birazenê de qewimîn û di encamê de bi hezaran zarok birçîbûn, serma û nexweşiyê de mirin, bi fermî ji mexdûran lêborîna xwe xwesti bû.