Kampanyaya ‘Jîngeha me pêşîniya me ye’ berdewam dike

Kampanyaya paqijiyê ya ku Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk dabû destpêkirin, berdewam dike.

Qamişlo – Kampanyaya paqijiyê ku Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk bi dirûşma "Jîngeha me pêşîniya me ye" bi hevkariya şaredariyên gel ên Qamişlo û Hesekê dabû destpêkirin, didome.

Bi dehan dilxwazan taxa Xelîc a Qamişloyê paqij kirin. Paqijiya li taxê roja Şemiyê dest pê kiribû.

Dilxwaz hefteyê 2 rojan (Şemî û Duşem) kolanan paqij dikin, çopê radikin û bi endamên komînan re serdana malan dikin da ku çanda parastina jîngehê belav bikin.

Piştî bidawîkirina kampanyayê dê hawiye li gorî pêwîstiyê li hin taxan bên bicihkirin û piştî paqijkirina kolanên Qamişloyê, kampanya dê li Hesekê dest pê bike.