Jiyan Dêrik: Şaredariyên azad ji bo jinan pêngava herî mezin e

Bi nêzbûna hilbijartinên ku di 11’ê Hezîranê de werin lidarxistin jinan lez da xebatên xwe. Endama Kombûna Zenûbya Jiyan Dêrik diyar kir ku di şoreşa jinan de gelek pêngavên serkeftî çêbûne lê ya şaredariyên azad pêngava herî mezin e.

JÎNDA AMARA

Hesekê – Gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe amade dikin ku di 11’ê Hezîranê de ji bo 133 şaredariyên li heremê biçin ser sindoqan. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beriya hilbijartinê namzedên xwe yê jin hilbijartin da ku di şaredariyan de wan temsîl bikin. Ev gav di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gava yekem bû ku li tu deverên cîhanê mînaka wê nîn e. Bi nêzbûna roja hilbijartinê re tevgera jinan a Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbiyayê ku bi namzedên xwe ketin hilbijartinê lez dan xebatên xwe.

Endama Kombûna Jinan a Zenûbiya Jiyan Dêrik der barê girîngî û xebatên hilbijartina 11’ê Hezîranê ku li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were lidarxistin de axivî û destnîşan kir ku bi awayekî aktîf tevlibûna jinan bi vê hilbijartinê re di nava civakê de atmosfereke erênî derxistiye holê û got ku civak gihîştiye wê baweriyê ku rêxistina jinan rengê demokrasiyê li wî welatî daye diyarkirin.

‘Jinan ruxmê hemû êrîşan jî pêşengî ji civaka xwe re kir’

Endama Kombûna Jinên Zenubiyayê Jiyan Dêrik di destpêka axaftina xwe de got ku piştî bajarên Tebqa, Reqa Minbic, Dêrezor ji taritiya DAIŞ’ê rizgar bûne di jiyan û tevgera jinan de destkeftiyên pir mezin hatine bidestxistin û ev hêza jinan li derdora Kombûna Jinên Zenubiyayê hatiye cem hev. Jiyan Dêrîk wiha gotinên xwe domand: “Bi destkeftiyên şoreşê re di sala 2024’an de destketiyên nû derketin pêş bi taybetî li heremên rizgarkirî weke Tebqa, Reqa Minbic, Dêrezor dema hatin rizgarkirin pêwîstî hat dîtin ku tevgera Zenubya were avakirin. Li heremên rizgarkirî, derfetên pir dewlemend hene ku hemû jinên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Çerkez, Aşûr, Tirkmen bi hev re jiyane li dijî êrîşan bi berxwedanê xwe parastine. Lê hem ji aliyê rejîmê ve hem jî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û komên çeteyên din ve gelek êş jî dîtine. Tevî wê jî her dem bûne pêşeng û xwedî li civakê derketine. Jinên heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoyeke wisa de ji bo ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û bibin xwedî îrade niha jî di şaredariyên demokratîk û azad de pêşengiyê dikin.”

‘Di pêşîhilbijartinan de jinan bi îradeya xwe namzedên xwe diyar kirin’

Jiyan Dêrik di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêşîhilbijartinên ku jinan bi îradeya xwe namzedên xwe yên jin hilbijartin û wiha pê de çû: “Jinên her çar heremên rizgarkirî bi coşeke mezin çûn pêşhilbijartinan ku beriya şoreşê mafê wan ê hilbijartinê jî tunebû lê niha bi xwe bi îradeya xwe namzedên xwe diyar dikin û xwe bi rêxistin dikin. Jinên heremê bi îrade û dengê xwe yê ku wê temsîl bike derxist holê. Jinan di vê pêvajoyê de zemînê xwerêxistinkirin, perwerdekirin û zanekirinê ava kirin. Di şoreşê de gelek pêngavên serkeftî ku jinan derbas kir çêbûn lê ev pêngava dawî ya şaredariyên azad gava yekem bû, em dikarin bibêjin di dîroka şoreşê de pêngava herî mezin e.”

‘Jinan rengê demokrasiyê li wî welatî daye diyarkirin’

Jiyan Dêrik anî ziman ku di pêvajoya pêşîhilbijartinan de aktîfbûna jinan di nava civakê de atmosferek erênî derxistiye holê û got ku dema jin bi awayekî aktîf tevdigerin, bandora xwe li her qada jiyanê çêdikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em dizanin ku di dîroka jinan de ji bo jin dengê xwe bidin gelek bedel danê lê niha jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi reng û çanda xwe xwedî li nasnameya xwe derdikevin. Civaka me gihîşt vê baweriyê ku rêxistina jinan rengê demokrasiyê li wî welatî daye diyarkirin. Em careke din dibînin ku ger jin bi nasname û rengê xwe tevli hilbijartinan nebûna dibe ku ev nêrîna civakê derneketibûya holê. Dema jin bi vê îrade û biryarê di şaredariyan de cih bigrin dê ji her kesê baştir rola xwe bilîzin. Jixwe erka jinan bi xwezayî di her qada jiyanê de derdikeve pêş û dê di şaredariyan de jî bi eynî erk û berpirsyariyê tevbigerin dê pêşengiya xwe di şaredariyan de jî derxin pêş.”

‘Şaredariyên azad dê ji her kesê re bibe çavkaniya hêzê’

Jiyan Dêrik di dawiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê kir ku gava cara yekem li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê avêtin wê ji hemû gelên azadîxwaz re bibe çavkaniya hêzê û wiha bi dawî kir: “Em di vê hevî û baweriyê de ne ku ev mînaka şaredariyên azad a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derket holê dê ji her kesê re bibe  çavkaniya hêzê û tecrube jê bigrin. Di dawî de em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê destkeftiya mezin di serî de li jinên ku bedel dan û li dijî çeteyên hov şer kirin û hiştin ku em bibin xwediyê van rojên serkeftî, pîroz dikin.”