JINNEWS: Di meha Mijdarê de 31 jin û 1 zarok hatin qetilkirin

Li gorî daneyeên JINNEWS'ê yên di meha Mijdarê de 31 jin û zarokek hatiye qetilkirin, 25 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Qetilkirina jin û zarokan roj bi roj zêde dibe. Beşeke van di çapemeniyê de tên dîtin û rastiya vê hîn girantire. Wezareta Karê Hundir ku daneyan parve nake, desthilatdarî bi polîtîkayên bêcezahiştinê zemînê ji gumanbaran re amade dike.

Li gorî daneyên ajansa JINNEWS'ê di meha Mijdarê de 31 jin û zarokekî jiyana xwe ji dest daye, 25 jin û 5 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest daye. 

Her wiha dîsa jin ji aliyê mêrên ku nêzî xwe hatine qetilkirin. 

Li Konyayê 1, li Hatayê 1, Edeneyê 1, Kocaeliyê 1, Îzmîrê 2, Tekîrdagê 1, Dîlokê 2, Kirklareliyê 1, Bursayê 2, Enqereyê 3, Mersînê 2, Antalyayê 2, Stenbolê 7, Sakaryayê 1, Aksarayê 1, îdirê 1, Nîgdeyê jinek hat qetikirin.