Jinên Suweydayî: Zarokên me û kesên kesên hatine revandin li ku ne?
Qada Karamê ya bajarê Suweydayê, dibe qada xwepêşandana malbatên êşa xwe ya kesên hatine revandin û windabûnê tînin ziman. Xwepêşandêran, balkişandin li ser pirsgirêkên mirovî yên rû bi rû dimînin û xwestin dengê xwe bidin bihîstin.

ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Li qada Keramê ya bajarê Suweydayê û li qadên bajarên Şehba û Qerya yên gundewarê Suweydayê bi sedan welatî daketin xwepêşandanan. Beşdaran, bi dengêkî bilind daxwazên xwe yên eşkerekirina binpêkirina mafên mirovan û jiyanekî birûmet anîn ziman. Her wiha balkişand li ser rewşa kesên hatine revandin.
Nûnera rêxistineke alîgir Nur Razî, diyar kir ku ev xwepêşandan bi armanca eşkerekirina aqûbeta kesên hatine revandin e û armanca wan vegerandina windahiyên wan e.
Aktîvîsta siyasî Samaher El-Andarî, mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelê Suweydayê piştgirî kir û bang li rêveberiya demkî ya Sûriyeyê kir ku aqûbeta kesên hatine revandin zelal bike. Samaher El-Andarî, behsa pirsgirêkên cidî yên ku gel pê re rû bi rû ne kir û da zanîn 60 roj ji pêdiviyên bingehîn ên mîna elektrîk, av, înternet û dermanan bêpar mane. Samaher El-Andarî, diyar kir divê dengê gel li seranserê cîhanê bê bihîstin.
‘Dengê Suweydayê nayê bihîstin’
Jina binavê Yessîra Abû Khetar al-Halabî, êşên gelê Suweydayê anî ziman û got: "Em aştî û serxwebûnê dixwazin. Zarokên me mirin, zarok zarokatiya xwe jiyan nekirin, mezin bûn û têkildarî şer axivîn. Ez her roj diqîrîm, lê dengê Suweydayê nayê bihîstin."
Yessîra Abû Khetar al-Halabî, axaftina xwe wiha domand: "Pitik di nava destên dayikên xwe de mirin; ev tiştekî hovanê ye. Em tenê azadî û aştî dixwazin. Kurê min hate revandin, lê daxwaza min a sereke azadiya jinên hatine revandin e.”
‘Êşa me gelek mezin e’
Ji gundê Cirînê Tarfe Youssef Abû Hassoun, êşa revandina kur û hevjinê xwe anî ziman û wiha axivî: "2 mehin kurê û hevjinê min hatine revandin û heta niha aqûbeta wan ne diyar e. Li gundê me dehan ciwan windabûn. Ez her roj li benda agahiyê me.” Tarfe Youssef Abû Hassoun, banga azadiya jinan kir û got: "Pirsgirêka me nayê vegotin û êşa me gelek mezin e.”
Ji heman gundê Nur Abû Hassoun jî, behsa êrîşa 15’ê Tîrmehê kir: “Kurê min jî di nav de ji malbata min 15 ciwan hatin revandin. Mamê min û xalê min jiyana xwe ji dest dan. Mal û erdên me hatin sewitandin û em ji mafên xwe yên bingehîn û perwerdehiyê bêpar man.”
Nur Abû Hassoun, qala zehmetiyên ku jin di encama qeyranê de dijîn kir û got: “Jin bi awayekî bêdeng têdikoşîn. Gelek jin bi malbata xwe hatin revandin û tucaran sozên hatine dayîn nayê bicîhanîn.”