Jinên Suweydayê: Em ji rejîmeke dejenere derbasî rejîmeke dejeneretir bûn

Jinên Suweydayê diyar kirin ku hilweşîna rejîmeke Esed azadî neaniye, bal kişandin ser binpêkirinên HTŞ'ê yên li dijî kêmneteweyan û gotin, “Li Sûriyeyê tiştek neguheriye; em tenê ji rejîmeke dejenere, derbasî rejîmeke dejeneretir bûn.”

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Ji dema hilweşîna rejîma Esed a zordar şûnda, gelên Sûriyeyê li benda serdemeke nû ya hêvî, ji nû ve avakirin û bidestxistina jiyaneke çêtir bûn. Tevî ku gel dizanî ku ji nû ve avakirin demeke dirêj dixwaze jî, wan ev yek wekî bedêleke xwezayî ya ji bo azadiyê didîtin. Lê belê, tiştê ku piştî hilweşîna rejîmê hat, ne destpêka vejînekê bû, destpêka beşeke nû ya pevçûn û kaosê bû. Piştî ku Heyet Tehrîr El Şam desthilatdarî girt destê xwe, nakokî êdî ne li ser çawaniya ji nû ve avakirina Sûriyeyê, li ser jiyana Sûriyan bi xwe derket. Ev kom bi cîhadîstên xwe re, berê xwe da şerê li dijî mezheb û pêkhateyên cûrbecûr weke Durzî, Xirîstiyan û Elewiyan. Mîna dixwaze yek nasname û yek ol ferz bike, dîroka cihêrengî û jiyana hevbeş a Sûriyeyê paşguh kir.

‘HTŞê am dijminatiya rasterast li dijî mezhebên Sûriyeyê kir’

Çalakvanên siyasî yên ji Suweydayê, derbarê van guhertinên neyînî û bendewariyên xwe de ji ajansa me re axivîn. Çalakvana siyasî Semahir El Endarî, diyar kir ku di rastiyê de ew nikarin bêjin ku Sûriye hatiye rizgarkirin û nikarin bibêjin ku rejîma berê hilweşiyaye. Semahir wiha got: “Em dikarin bêjin ku desthilatdarî bi awayekî ne ragihandî ji Beşar El Esed bo Ebû Mihemed El Colanî hat dayin. Derbeyek leşkerî tunebû ku jê re azadî were gotin. Tenê veguhestinek desthilatdariyê ji bo komên ku paşxaneya wan a cîhadîst, bi taybetmendiyên wê yên mîna DAIŞ’ê ye. Me bi baldarî tiştê ku diqewimî şopand, ji ber ku me di sala 2018’an de gava ku DAIŞ ket gundên rojhilatê Suweydayê, êş kişandibû. Û ji ber vê yekê tirsa me berê ji van koman hebû. Heyat Tahrîr El Şam hat ser desthilatê û soza ewlehî û aramiyê da, lê tiştê ku me dît, tam berevajî bû. Wan bi dijminatiya eşkere ya li hember kêmneteweyan dest pê kir û me dît ku li peravê çi kirin, jin, zarok û mêr kuştin. Bermahiyên rejîmê çûn, lê xizanên ku haya wan ji siyasetê tunebûn man. 

‘Destûra nû mîna Mîrnişîna Islamî e’

Semahir El Endarî li ser destûra nû ya Sûriyeyê jî destnîşan kir ku ew ji qonaxekê ber bi qonaxek xirabtir ve birine û wiha pê de çû; “Em ber bi tiştekî ku dişibihe mîrnişînek Îslamî ku ji hêla komên tundrew ve tê rêvebirin û ne cihêrengî ne jî mafê jinan nas dike ve birin. Em welatekî xwezayî yê şaristanî ne, bi gelê xwe yê perwerdekirî û çandî ku şaristaniyê di cihêrengiya wê ya olî, mezhebî, çandî de dibîne. Me bi Xirîstiyan, Sunî û Elewiyan re di nava têkiliyên baş de jiyan kiriye. Lê tiştê ku me îsal ji hikûmeta demkî dît ew bû ku li herêma peravê, Hums û Suweydayê û heta Kurd û Xirîstiyanan hedef girt. Rûyê wê yê rastîn ku hebûna her komeke din di hikûmetê de red dike dest bi aşkerabûnê kiriye.” 

Semahir rexne li hilbijartina di tayînkirinan de kir û wiha domand: “Di referandûm û daxuyaniya destûrî de, piraniya beşdaran ji Îdlibê ne. Wezîr û rayedar ji heman mezhebê ne. Ev yek piştrast dike ku em ber bi deryayeke xwînê ve diçin. Ji ber ku ev hikûmet dest bi eşkerekirina rûyê xwe yê veşartî kiriye, ku dijminatiya kêmneteweyan dike.”

Semahir îsal, wekî "ji her alî ve, nemaze ji bo kêmneteweyan ve reş bi nav dike. 

‘Saleke tijî kaos û hilweşîna ewlehiyê

Jina bi navê Teyma El Şaeranî ya ji gundê El Dor, ku yek ji gundê pêşîn yê êrîşa cîhadîstên Hayat Tahrîr El Şam e, bi bîr xist ku hikûmeta veguhêz a nû, salek berê bi armanca ji nû ve avakirina Sûriyeyê hatiye damezrandin, lê ew têk çûye û nekarî kontroleke rastîn li ser erdê ferz bike. Teyma diyar kir ku sedema vê yekê, avakirina komên mezin ji terorîstan û bandora nakok a van koman e û wiha berdewam kir: “Ev bû sedema salek tijî kaos, hilweşîna ewlehiyê, hilweşîna saziyên dewletê û kontrola van koman li ser deverên berfireh ên Sûriyeyê ku di encamê de binpêkirinên giran çêbûn. Sûcên li dijî Elewî, Durzî, Xirîstiyan û bi giştî pêkhateyan tên kirin, bi polîtîkayên hikûmeta berê ya di bin serokatiya Beşar Esed de, girêdayî ne. Gotinên nefret û gûrkirina pêkhate û gelan li dijî hev, ji siyaseta rejîma berê ne cuda ye. Diyardeya revandina jinên pêkhateyan zêde bûye, ji ber ku ev rêbaz ji bo şantaj û zextê tê bikaranîn û hesabpirsîn tuneye.” 

‘Diyardeya tundiya li dijî jinan xirabtir dibe’ 

Rîma Ezam jî fikarên xwe yên ji ber rejîma nû anîn ziman. Rîma da zanîn ku salek di ser hilweşîna rejîma berê re derbas bûye lê mixabin, di vê demê de tiştek berbiçav bi dest nexistine. Rîma anî ziman ku berevajî vê, binpêkirinên li dijî welatiyan li Sûriyeyê bi giştî û li dijî pêkhateyan zêde bûne û wiha got: “Diyardeya revandin û bazirganiya jinan xirabtir bûye û Suweydayê şahidiya komkujî û binpêkirinên berfireh kiriye.. Em behsa çi cure azadî û rizgariyê dikin? Tiştek neguheriye, em tenê ji rejîmeke dejenere, derbasî rejîmeke dejeneretir bûne. Sedema binpêkirinên ku li Suweydayê li dijî Xirîstiyan, Durzî û Elewiyan qewimîn ev e ku niha desthilatdarî di destê komên tundrew de ye. Heta wateya mafên mirovan an mafên welatiyan fam nakin û ne darizandin û ne jî hesabpirsîn heye.”