Jinên Suweydayê: Em ê ruxmê gefan jî çalakiyên xwe bidomînin

Jinên Suweydayê yên bi daxwaza pêkanîna biryara 2254’an a NY’ê li qada Karamanê ya navenda bajara Suweydayê li hev kom bûn, gotin ku ew ê ruxmê gefên hikûmetê jî çalakiyên xwe heta dawî bidomînin.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda- Li Sûriyeyê ji ber aboriya xirab her roja ku diçe mirov nikarin tiştekî bikirin, tevgera gel a ku ji bo şermezarkirina hikumeta Şamê dest pê kir jî berdewam dike. Duh bi sedan kes bi daxwaza azadî, rûmet û pêkanîna biryara 2254’an a NY’ê li qada Karamanê ya navenda bajara Suweydayê li hev kom bûn. Xwepêşanderan, kulîlk û pankartan hilgirtin. Her wiha ji bo hevgirtina bi kampa Rukban re, girtiyan û kesên bi darê zorê hatine windakirin pankartên din jî hatin hilgirtin.

Jinên Suweydayê ku bi awayekî berfireh beşdarî xwepêşandanên çend meh in berdewam dikin bûn û piştî ku biryar dan li dijî bêedaletiyê, daxwaza mafên xwe û bi taybetî mafên girtiyan, kesên koçber bûne û zarokên xwe bikin, weke pêşengên vê tevgera aştiyane hatin dîtin.

Saleha El-Taweel, da zanîn ku nikare kurê xwe yê ji aliyê hikûmeta Şamê ve hatiye girtin bibîne û bang li jinan kir ku derbikevin qadan û xwedî li mafên xwe derbikevin.

‘Em jin natirsin’

Rehab Kemal El-Dîn bi gotinên; “Em dixwazin biryara 2254’an a Konseya Ewlekariyê bê pêkanîn” da zanîn ku bi daxwaza hilweşandina rejîmê li qadan e û wiha got: “Em jin natirsin. Heta ku em vê rejîmê hilweşînin em ê çalakiya xwe bidomînin.”

Rehab Kemal El-Dîn, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em tevî gefên li dijî çalakiyan natirsin û bi taybetî piştî ku em azadî û rûmetê tam bikin, carek din serî li dijî zextên hikûmeta Şamê natewînin. Ji ber vê yekê ez bang li jinan dikim ku beşdarî çalakiyê bibin.

'Em ji bo zarokên xwe pêşerojeke bi ewle dixwazin'

Malak El-Hakîm a dayika du zarokan jî ji bo zarokên xwe banga pêşerojek bi ewle kir û wiha got: "Ez naxwazim zarokên min dema mezin bibin, bêyî çarenûsa xwe bizanibin koçber bibin an jî biçin leşkeriyê. Ciwanên ku koçber dibin, xwe bêçare hîs dikin lê ji ber zextên hikûmetê berê xwe didin welatên biyanî.

Malak El-Hakîm, diyar kir ku dizanin hikûmeta ku 50 sal in li ser desthilatdariyê ye bi hêsanî nayê hilweşandin lê tevî vê yekê bi daxwaza berdana girtiyan û vegera axa xwe dê kesên koçber bûne çalakiya xwe bidomînin. Malak El-Hakîm, diyar kir ku dixwazin zarokên wan di welatekî bi aram de bijîn.

‘Zextên rejîmê bûn sedema koçberbûna kurê min’

Yek jî beşdaran Sahar Hamza jî wiha got: "Em ji birçîna bamirin. Çûyina yekane zaroka min a derveyî welat, bû sedem ku ez beşdarî çalakiyan bibim. Min zaroka xwe ji bo ku sûd bide welatê xwe mezin kir lê ji ber zextên rejimê berê xwe da welatên biyanî.”