Jinên Siwêda: Di pêvajoya niha de yekîtiya jinan girîng e

Jinên bajarê Siwêdayê yên beşdarî Kongra Meclisa jinên Sûriyê bûn diyarkirin ku divê pêvajoya niha de yekitî û piştevaniya jinan gelek girîng e.

FÎDAN EBDULLAH

Heleb- Kongreya Duyemîn a Encumena Jinên Sûriyeyê li bajarê Helebê bi dirûşmeya ‘Bi yekîtiya jinan em ê nakokiyan bi dawî bikin û aştiyê li Sûriyeyek ne navendî yekgirtî pêk bînin’ bi beşdariya zêdetirî 200 delegeyên jin ji bajarên cuda yên Sûriye hate li darxistin. Jinan di kongreyê de bal kişandin ser girîngiya yekîtî û têkoşîna ji bo azadkirina hemû jinan.

Nermîn Sam ku ji Siwêdayê beşdarî kongreye bû ji bo naskirina rewşa jinan li bajarê Siwêda ya Sûriyeyê û têkoşîna wan a ev zêdeyî 8 mehe berdewam dike wiha got: “Daxwazên xelkê Siwêda di xwepêşandan û serhildanên wan ji beriya 8 mehan destpêkirî rastîn û mafê wan ên rewane, ji ber krîza Sûriyeyê bandoreke mezin li rewşa aborî civakî û ewlehî kiriye.”

‘Divê jin hê zêdetir hebûna xwe îsbat bikin’

Nermîn Sam bal kişand ser rewşa jinan û wiha got: “Hebûna jinan tenê ji bo karê malê û karê çandiniyê ye. Jinan hebûn û rola xwe ya di hemû qadên civakê de nizanin. Jinan riya beşdariya panelên hişyariyê û peywendiya wan bi jinên bajarên din re xwe nas kirin. Rewşa niha Sûriyeyê têde derbas dibe ji ber krîz û destwerdanên derve, ya ji  jinan tê xwestin divê hîn zêdetir ji bo hebûn û rola xwe îsbat bikin û parastina yekitiya Sûriye kar bikin.”

‘Jin dikarin li beramberî hemû binpêkirinan rawestin’

Anaxîm El-Tewîl da zanîn ku jinên Sûriyeyê rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha got: “Tevgera jinan hat vê astê belav bibe krîza Sûriyeyê jî bi ser de hat û bû sedema binpêkirinên li dijî jinan. Jin yên yekem bûn ku rû bi rûyî van êş û azaran hatin, rastî koçberî qetilkirin û revandinê hatin, her wiha li gelek cihan rastî êrişên zayendî hatin. Jinên Sûriyeyê dikarîn li beramberî van hemûyan rawestin û rastiyek nû ji jinan re ava bikin. Jin niha bûne rêvebir û di jiyan û civakê de faktorek serekene û di hemû aliyan de kar dikin.”

‘Bila hemû jinên Siwêda bejdarî şoreşa me bibin’

Anaxîm El-Tewîl daxwaz ji jinan kir ku piştgiriya hev bikin û jinên li herêmên din piştgirî bikin û di şoreşa xwe ya azad û demokratîk de hevdû bigrin û got: "Em weke jinên Siwêda em bi şoreşa jinan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne û em teqez dikin ku em ê piştgiriya vê şoreşê bikin û em daxwaz ji xelkên Siwêda dikin ku tevlî şoreşa me bibin ji bo em jî weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafên xwe bi dest bixin.”