Jinên Kurd, Ereb, Ermen: Hilbijartin destkeftiyek mezin a şoreşa jinan e

Jinên pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin hilbijartinên wê di 11’ê Hezîranê de pêk werin û gotin ku ev hilbijartina dê çêbibe û pêşhilbijartinên ku jin bi dengê xwe namzetên jin hilbijartin destkeftiyek mezin a şoreşa jinan e.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Komseriya Bilind a Hilbijartinan diyar kir ku di 11’ê Hezîranê de dê hilbijartinên şaredariyan pêk werin. Meclisa Kongra Star û Meclisa Jinên Zenûbiya deklerasyona xwe ya hilbijartinê aşkere kirin û tê de hat diyarkirin ku ji bo hilbijartinên 11’ê Hezîranê amade ne. Jinên pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi coş û heyecan tevli xebatên hilbijartinan dibin.

‘Jinên Ermen wê civaka xwe ji komkujî û tunekirinê biparêzin’

Stîvana Kebtiryan yek ji pêkhateyên Ermenî ye diyar kir ku pêvajoya ku jin tê re derbas dibin, pêngaveke dîrokê ye û wê civaka xwe ji komkujî û fermanan biparêzin û wiha anî ziman: “Jin bingeha civakê ne, tu serkeftin bê hebûna wan nabe. Em wek jinên Ermen beşdarî hilbijartinê bûne û weke namzed jî me cih tê de girtiye. Di dîrokê de gelê Ermen rastî komkujî û tunekirinê hatin lê piştî şoreşa Rojava di bin pergala neteweya demokratîk de jinên Ermen hebûn û nasnameya xwe zindî kirin. Ev hilbijartinên ku niha pêk tên, gaveke serkeftî ye û yek ji destkeftiyên nirxên vê şoreşê ye. Bi îradeya jinan û nasnameya wan dê jinên Ermen bikaribin gelê xwe ji komkujiyan biparêzin û careke din civaka Ermen kom bibe, li dîrok û çanda xwe xwedî derkeve. Em bang li gelê xwe yê Ermen dikin ku di hilbijartinan de xwedî rol bin û dengê xwe bidin.”

‘Em bi parastina bir neteweyî yekîtiya xwe ava dikin’

Endama Rêvberiya Kongra Star a bajarê Şedadê ya Kantona Cizîrê Rehef El Elî ku ji pêkhateyên Ereb e da zanîn ku hebûna jinan di hilbijartinan de serkeftinê misoger dike û civakek azad û demokratîk dê ava bike û wiha got: “Ev cara yekem hilbijartinên bi vî rengî çêdibin, hilbijartin bi deng û nasnameya jinan. Em vê gavê dîrokî dibînin. Piştî şoreşa Rojava jinên Ereb cihê xwe di her qadê de girtin, namzediya wan ji bo hilbijartinan model û nimûne ye ji bo tevahî cihanê. Hebûna her jineke ji pêkhateyên cuda ji bo namzediya şaredariyan îsbat dike ku em projeyek pir alî, pir neteweyî diparêzin û yekitiya xwe ava dikin.”

‘Hilbijartinên mozayîka gelan pêk tên’

Berdevka Kongra Star a Qamişlo Îbtîsam El Hisên destnîşan kir ku hilbijartinên şaredariyan, li gorî bendên hevpeymana civakî pêk hatiye û wiha got: “Em dizanin berî demekê pêşhilbijartinên şaredariyan pêk hatin. Ev hilbijartin li gorî hevpeymana civakî, li ser daxwaza pêkhateyên herêmê pêk hat. Cara yekem di cîhanê de jin bi nasnameya xwe weke rêxistina Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbiya tevli hilbijartinên pêşwext bûn. Di van hilbijartinan de jin bi îrade, sekn û nasnameya xwe weke jin dengê xwe dan jinên ku dizanin wê bikaribin guhertineke erênî di civakê de çêbikin.”

Îbtîsam El Hisên wiha axaftina xwe domand: “Ev hilbijartin bi kelecan, coş û demokratîk hat meşandin. Di encamê de her navçe, bajrarok û bajar namzedên xwe derxistin. Li ser vê bingehê 4 roj ji bo bernemzedan perwerde hat dayîn. Di van hilbijartinan de hemû pêkhateyên herêmê hene. Em dikarin bibêjin hilbijartinên mozayîka gelan.”

‘Hebûna namzedên jin ji dagirkeran re bersiva herî di cih de ye’

Îbtsam El Hisên teqez kir ku pêşhilbijartinên namzedên jin yek ji destkeftiyên herî mezin ên şoreşa jinan e û wiha domand: “Ev hilbijartinên pêşwext ên jinan yek ji destkeftiyên herî mezin ên şoreşa jinan e. Beşdarbûna jinan di hilbijartinên şaredariyan de tê wateya ku şaredarî dê bi zihniyet, biryar, edalet û zanebûna jinan werin avakirin xebatên xwe bidin meşandin. Jinên pêşengên civakê yên ku dixwazin civakê bi rengekî zana bidin meşandin û avakirin her dem tên hedefgirtin. Îro hebûna jinan di hilbijartinan de bersiva herî di cih de ye ji bo êrîşên dagirkeriyê. Em li hemberî van êrîşan bi yekitiya pêkhateyan xwedî biryar û helwest bin û her dem gavên ber bi azadiyê ve bavêjin. Encama herî girîng a ku ji van hilbijartinan derkeve ew e ku sazî û şaredariyên demokratîk di nava gelan de bên avakirin û birêvbirin.”