Jinên Kobanê ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan

Şêniyên bajarê Kobanê bi meşeke girseyî li dijî tecrîd û cezayên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Kobanê- Dewleta Tirk ku 26 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi riya komployeke navdewletî girtiye, zêdetirî 3 salan e tecrîdeke giran li ser ferz dike û agahî jê nayê girtin. Tevî hewldanên parêzer û malbatê jî dewleta Tirk her dem cezayên nû yên disîplînê û qedexeya hevdîtinê nû dike.

Lewre îro rêxistina Kongra Star a kantona Firatê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de bi sedan jin, ciwan û şêniyên Kobanê ku poster, wêne, pankart û pirtûkên Abdullah Ocalan hilgirtibûn amade bûn.

Meşê bi berzkirina dirûşmên “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî serok Apo” ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Aştî rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn axivî.

‘Ji bo Rêber Apo her kes seferber bûye’

Macîde Hesûn wiha got: “Careke din polîtîkayên faşîzma dewleta Tirk ên girankirina tecrîda li hemberî Rêber Apo xwe dan der. Li hemberî vê yekê jî hêrs û helwesta gelê me ku cihê rêzgirtinê ye yekser weke bersiv hat nîşandan. Bi taybetî jî di bin sîwana hemleya ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ hezkiriyên bîrdoziya Rêber Apo û bi taybetî jî jinan helwesteke têrker anîn ziman û sekna xwe ya li dijî tecrîdê bilêv kirin. Di heman çarçoveyê de îro weke şêniyên Kobanê, em ê bi pêşengiya jinan serî li hemberî tecrîdê rakin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ranewestin.”

‘Dê bi pêşengiya jinan projeya azadî û demokrasiyê misoger bibe’

Macîde Hesûn bal kişand ser armanca girankirina tecrîdê û got: “Bîrdoziya Rêber Apo li hemberî dagirker û serdestan xeteriyeke mezin e, ger fikrên wî yên aştî, azadî û demokrasiyê pêk werin dê cîhan ji hemû aloziyan rizgar bibe. Bi taybetî jî di vê pêvajoya ku li Rojhilata Navîn û cîhanê qeyranên mezin tên jiyîn, çareserî li Îmraliyê ye. Hêzên hegemon ji bo ku em perspektîfên girêdayî vê qonaxê ji Rêber Apo negirin û nebin xwedî çareserî, tecrîdê giran dikin û cezayên bê sedem didin. Bêdengiya raya giştî û civaka navdewletî jî parçeyek ji vê komployê ye ku ew jî di tecrîdkirina Rêber Apo de bi îsrar in. Li hemberî hevgirtina van hêzan a li dijî demokrasî û azadiyê ye, têkoşîn û berxwedana gelên azadîxwaz jî berdewam dike. Êdî dîtina çareseriyê di bîrdoziya Rêber Apo de, ji sînorên Kurdistanê derketiye. Lewre em bawer dikin ku wê bi hêz û têkoşîna gelên bindest azadî pêk were û tecrîd were şikandin. Bi taybetî jî weke jin em ê bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ pêşengiyê ji vê yekê re bikin.”

Meş bi silavkirina berxwedana Ocalan a li Girava Îmraliyê bi dawî bû.