Jinên Kobanê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ya azadiya jinan jî

Jinên ji bajarê Kobanê têkildarî vekirina navenda Înisiyatîva Sûriyeyê ya Azadiya Fizîkî ya Abdullah Ocalan gotin: “Înisiyatîva azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê wateya înisiyatîva azadiya jinan jî. Em ê di xurtkirina vê xebatê de rola pêşeng bilîzin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Bi rasthatina Cejna Şehîdan, li bajarê Kobanê yê kantona Firatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmek Înisyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Fizîkî ya Abdullah Ocalan hat vekirin. Înisiyatîv li ser du armancan hat vekirin armanca yekem parvekirin, belavkirin û danasîna bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û armanca duyem jî çalakkirin û xurtkirina xebatên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e.

Jinên di merasîma vekirinê de amadebûn der barê girîngiya înisiyatîvê de ji ajansa me re axivîn. 

‘Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin’

Endama Înisiyatîva Sûriyeyê ya Azadiya Fîzîkî ya Abdullah Ocalan Dîcle Bozî bi van gotinan kêfxweşî û biryardariya xwe anî ziman: “Ez bawer nakim ku tu kes weke me jinan hesreta dîtina Rêber Apo bijî. Ew di girtîgehê û di nava tecrîdê de ye, dîsa jî ewqas proje û çareserî ji bo jinan pêşkêş kir. Ji bo vê jî Rêber Apo ronahiya li dijî tarîtiya ku li ser jinan hatiye ferzkirin e. Ger em îro li ser piyan in û xebatên ji bo azadiya wî ya fîzîkî didin meşandin, ev yek xwe dispêre keda Rêber Apo. Ji ber wê em ê bênavber xebatên xwe bidomînin, ked bidin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin.”

‘Bi azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo em ê bikevin serdemeke nû’

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Fatma Xelîl diyar kir ku ew ê bi Abdullah Ocalan, dest bi serdemeke nû ya azadî û têkoşînê bikin û wiha got: “Îro navenda Înisiyatîva Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo vebû. Bi taybetî weke jin Rêber Ocalan rêhevalê jinan ê dozê ye, em vê erkê misyona xwe ya sereke dibînin û ji her tiştî girîngtir misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Li ser vê bingehê em ê Rêberê xwe rizgar bikin û bi hev re şoreşa azadiya jinan bi serkeftinê tacîdar bikin. Wê êdî serdema kolekirina jinan û kirinên hovane bi dawî bibin. Li pêşiya me pêşeroj û serdemeke azadiyê heye ku wê bi Rêber Apo pêkan be.”

‘Wê Kongra Star xebatên Înisiyatîvê bihêz bike’

Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn teqez kir ku wê Kongra Star xebatên Înisiyatîvê bihêz bike û got: “Ji her demê zêdetir hêvî û îsrara me ya şikandina pergala Îmraliyê bi hêz e. Ez di wê baweriyê de me ku bi vekirina vê Înisiyatîvê re em ê bikaribin xebatên xurtir bidin meşandin û bîrdoziya Rêber Apo li herêmê û tevahî Sûriyeyê mayînde bikin. Bi taybetî weke Kongra Star em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke azadiya hemû jinan dibînin, em ê vê înisiyatîvê bihêz bikin û rola pêşeng bilîzin.”

‘Em ê Rêber Apo li Kobanê pêşwazî û hembêz bikin’

Macîde Hesûn bilêv kir ku jinên Kobanê li benda pêşwazkirina Abdullah Ocalan in û got: “Di vê pêvajoya dawî de hevdîtin li Îmraliyê tên kirin û gelek perspektîfên Rêber Apo hatin parvekirin. Em hêz û moral ji vê yekê digrin lê ev gav ji bo me têr nakin. Em her dem dibêjin bê Rêber Apo jiyan nabe, ji bo vê jî heta azadiya Rêbetî ya fîzîkî pêk neyê em ê nesekinin. Dema Rêber Apo derkeve, wê demê weke jin wê xebata me dest pê bike, em ê mil bi milê Rêbertiya xwe re qonaxeke nû ya têkoşîn û serhildanê bidin destpêkirin. Bi taybetî weke jin û gelê Kobanê, em li bendê ne ku careke din Rêber Apo pêşwazî û hembêz bikin.”