Jinên ji wargeha Mexmûrê: Sara mînak bû

Dayikên ji wargeha Penaberan a Mexmûrê ya der barê kesayeta pêşenga tevgera azadiyê û jinên Kurd Sakine Cansiz de axivîn, gotin: “Heval Sara ji zarokan bigre heta mezinan hem di milê rêzdayîn hem jî hêzkirin de kesayet mînak bû.”

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Pêşenga tevgera azadiyê Sakine Cansiz (Sara) û rêhevalên wê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Bi nêzbûna salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê re, di 23’ê Kanûnê de li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya êrişek çekdarî pêk hat. Di encama êrişê de endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara, hunermend Mîr Perwer û Aburrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Bi 2’emîn komkujiya Parîsê re carek din zelalî hat dîtin ku dewleta Tirk, bi hevkariyên dewletên navneteweyî pêşengên têkoşîna jina Kurd, tevgera azadiyê û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û îro li tevahî cihanê deng vedide hedef digre.

Jinên Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ango Mexmûrê kesayeta pêşenga tevgera azadiyê û tevgera jinên Kurd Sakine Cansiz ango Sara ya li wargeha Mexmûrê jî şopên azadiyê li pêy xwe hişt û tevahî jiyana xwe bi şer û têkoşînê jiya vegotin.

‘Di dilê her jinekê de cihe wê diyar bû’

Dayika Amîna Piranî ku pêşenga azadiya jinê Sakine Cansiz ji nêz ve naskir, di destpêka axaftina xwe de behsa kesayeta Sakine Cansiz kir û wiha axivî: “Min Hevala Sara li wargehê naskir, bi rastî jî ji min re gelek samîmî bû û min jî gelek jê hez dikir. Mirovek gelek dilnizm û mirovan îqna dikir. Me çawa wê didît heman kêliyê di dilê me de cihê xwe çêdikir. Heval Sara ji zarokan bigre heta mezinan hem di milê rêzdayîn hem jî hêzkirin de kesayet mînak bû. Gelek ji me hêz dikir, gelek caran dihat li gel me û me bi hevra sohbet dikir. Lê derfet nebû ku em bi hevra ji bo bîranîne wêneyek bigrin. Wêneyek heval Sara li gel min hebû, lê dema çeteyên DAIŞ’ê êrişê kirin, ev wêne dîtine û qetandin e. Ev yek min gelek acîz kir. Heval Sara bi taybetî li Wargeha Mexmûr cihê xwe di dilê her zarok û her jinê de çêkiribû. Şahedeta wê bandorek mezin li ser her ferdê wargeha me kir.”

Ji bo xwedîderketina doza wê banga têkoşînê

Amîna Piranî di berdewamiya axaftina xwe diyar kir ku jinên Kurd ji dirokê heta niha ji bo gelek tiştan pêşengî kirine û wiha got: “Çiqas kîn û nefreta me li dijî dijmîne me gelek be, em ê ewqas nêzî serkeftinê bibin. Ji ber ku pêwîste em her tişte dikin dilê xwe, ji bo tolhildana hevalê me be. Ez bang li hemû jinan dikim ku hevala Sakine û hemû hevalan bîra xwe bînin û têkoşîna xwe mezin bikin. Heval Sara pêşengek me ya jinan bû, em tucaran Hevala Sara û hevalên peşengên şoreşa xwe ji bîr nakin. Ger Rêber Apo şansa naskirîna kesayet, maf û zayenda jinê me nedaba naskirin, em ê ne di ferqa xwe de ban. Jin ji dirokê heta niha ji bo gelek tiştan pêşengî kirine û gelek destkeftî ji bo gelê xwe dane qezenç kirin. Heval Sara hevala Rêbertî ya destpêke bû. Rêber Apo dibejê ‘Ez Rêberê hemû gelên bindest im.’ Divê hemû gelên bindest destên xwe bidin gelê Kurd û xwedî li Rêbertî derbikevin.”

Fransa komkujiyê eşkere nekir

Dayik Amîna Piranî bêdengiya hikûmeta Fransayê û wiha got: “Di serî de divê hikûmeta Fransa rabe û lêburûna xwe ji gelê Kurd bixwaze. Me heta îro tu zirar nedaye tu dewlet û gelan. Em tenê mafê dixwazin. Gelên me ji ber zextên dewleta Tirk neçar dimînin ev ji axên xwe berdin û berê xwe bidin Ewrûpayê, lêbelê li wir jî nayên parastin. Ji dewleta Fransayê re cihê şermezariyê ku mirovên ku hatine welata vê bi awayî wiha hovanê bên qetilkirin.”

‘Ji aliyê hemû kesan ve dihat hêzkirin’

Amîna Piranî di dawiya axaftian xwe de da zanîn ku ked û xebata Sakina Cansiz û hem jî rêzdariya tu caran ji bîr nakin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Xwendevanên ku heval Sara perwerde kirine niha bûne têkoşerên azadiyê. Di warê îdolojî, pêşxistin û xwedî xwe derketina jinê de gelek tiştên girîng ji me ra digot. Pêşengek gelek bi rûmet bû. Mirovek dîlnizm, mirovek bi extiyaran re extiyar, bi zarokan re zarok bû. Cihê xwe di dilê hemû kesan de kiribû. Em ked û xebata wê hem jî rêzdariya em tu caran ji bîr nakin. Ji bo jinan mirovek gelek biqiymet bû û ji aliyê hemû kesan ve dihat hêzkirin.”

‘Komplo li dijî me hemuyan e’

Dayika Wesile Gabarî jî der barê qetilkirina pêşengên jin ên tevgera azadiyê de axivî û wiha got: “Em wek jinên Kurd hemû şehidên Kurd û Kurdistanê bibîr tînin. Em komploya li dijî Hevala Sara, hevalên wê û 2’emîn kompolaya li dijî Evin Goyî û her du hevalên wê şermezar dikin. Bila hemû jinên Kurd xwe berpiryar bibînin û li dijî van komkojiyan têkoşîna xwe mezin bikin. Komploya ku li dijî hevalên me pêkhat, li dijî me hemû ya ne. Bi rojane kijan hevalên ji bo têkoşînê serî hildidin, bi êrişên xwe hedef digrin û qetil dikin. Em ê heta dawiyê di têkoşîna xwe bi biryar bin. Jina Kurd bihêz e divê di ferqa hêza xwe de bin.”

‘Em hene, em ê hebin û em ê tu caran serî netewînin’

Dayika Wesile Gabarî ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî êrişên dewleta Tirk bang li jinên Kurd û hemû jinên cihanê kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rêbertiya bi salane li girtigêha Îmraliyê dîl tê girtin. Ji ber ku Serokatiya ya edalet, mafê mirovan û Serokê hemû gelên bindest e, lewra Rêbertiya me dîl girtine. Ji ber vê yekê jî divê em ji bo Rêbertiya xwe hemû tiştê bikin. Bila tu kes nebejê jin mirin e, em jinên Kurd tucaran serê natewînin. Divê jinên Kurd li kuderê bin bila bibin, destên xwe bidin yek û dibêjin li pişt Rêbertî, gerilayên xwe, girtiyên xwe yên azadiyê ne û şehidên xwe yên tevgera azadiyê ne. Bila hemû dayik û jinên Kurd û hemû jinên cihanê rabin ser xwe û dibêjin em hene, em ê hebin û em ê serî netewînin.”