Jin dixwazin di sala 2023’an de ji AKP’ê rizgar bibin

Jinên ku di sala 2023’an de di çalakiya yekemîn a Jin Bi Hev Re Bihêz In de daxwazên xwe anîn ziman û xwestin “AKP’ê rizgar bibin”. Jinên ku bi stranên Kurdî govend gerandin, navên jinên hatine windakirin û qetilkirin xwendin û gotin wê berxwedan bidome.

Stenbol – Jin Bi Hev Re Bihêz In (KBG- Kadınlar Birlikte Güçlü) li Qada Îskele ya Kadikoya Stenbolê hatin cem hev. Li gel gelek kesan, malbatên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TÖP), Endama Lijneyê Perîhan Koca û wekîl beşdarî çalakiya bi dirûşma "Jin wê serhildanê biguherîne" hat lidarxistin, bûn.

Li qadê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Ger jin azad bin dê cîhan ji cihê xwe bilîze’ hatin berzkirin. Her wiha dovîzên ‘Em dev ji peymana Stenbolê naqerin’, Jiyana me ya me ye, bila malbata pîroz a we be’, ‘Dê serhildana jinan biguhere’, ‘Mêr dikujin, dewlet-daraz diparêze’ hatin hilgirtin.

Jin daxwazên xwe li sindoqan komkirin

Di çalakiyê de jin bersivên xwe yên ji bo pirsên ‘Hûn dixwazin di sala 2023’an de çi biguherin’ û ‘Tiştên ku hûn dixwazin li paş xwe bihêlin? Daxwazên we çi ne?’ di sindoqekî de kom kirin. Paşê bersivên jinan hat xwendin. Di nav daxwazên jinan de bersiva wan a ‘Rizgarbûna ji AKP û mêran’ bal kişand. Piştî xwendina daxwazan jin bi stranên Kurdî govendê gerandin. Paşê navê jinên ku hatine wendakirin û qetilkirin hat xwendin û jinan ji bo hemu jinên hatine qetilkirin û wendakirin gotin, “Li vir e”.   

Wêne: JINNEWS