Ji serlêdana sûc a ‘lêgerîna tazî’ biryara neşopandinê hate dayîn
Serlêdana sûc a rojnamegerên jin ên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê rastî fezrkirina lêgerîna tazî hatibûn, bi hinceta “hêmayeke sûc tune ye” bi neşopandinê encam bû. Rojnameger jî li dijî biryara neşopadinê îtîraz kirin.

Navenda Nûçeyan – Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyê tên jiyîn, her tim bi raporan di raya giştî de xuya dibe, 5 rojnamegerên jin ên birin Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî rastî lêgerîna tazî hatin. 5 rojnamegerên jin ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de di 29’ê cotmehê de hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Jinan a Sîncanê, di dema ketina girtîgehê de rastî ferzkirina lêgerîna tazî hatin. Serlêdana sûc a rojnamegerên jin ên ku li dijî vê pêkanînê kirin, bi neşopandinê encam bû.
Rojnamegerên jin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bati ya Enqereyê dabûn û serdozgeriyê jî di 14’ê kanûnê de bersiv da. Dozgeriyê jî fikraya 2’yemîn a xala 34’an a rêziknameya “Lêgerîn, Tetbîqata Ewlehiyê û Hejmartin a Rêveberiya Saziyên Înfazkirina Ceza û Înfazkirina Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê” weke hincet nîşan da û îdia kir ku heke rêveberiya girtîgehê hewcehî pê bibîne dikare li gorî usûlan vê sepanê bicih bîne.
Girtîgehê jî îdia kir ku di nava alavên rojnamegeran de 4 CD hene û ji bo tespîtkirina alavên qedexe yên ji derve hatine anîn ev lêgerîn kirine. Bi domdarî girtîgehê ev îdia kir: “Di odeya lêgerînê de bêyî ku dest bidin çermê wan, li ser pêşmalkên lê hatine kirin û bêyî ku hesta şermê were binpêkirin lêgerîn li ser wan hatiye kirin.”
Rojnamegerên jin îtîraz kirin
Dozgeriyê jî îfadeya girtîgehê esas girt û bi hinceta “Tu hêmanên sûc nehatine dîtin” û biryara neşopandinê da. Rojnamegerên jin jî li dijî biryara neşopandinê li Dadgeriya Cezayên Silhê ya Bati ya Enqereyê îtîraz kir.
Çi bûbû?
Di 25’ê cotmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li Amed, Mêrdîn, Riha, Wan, Stenbol û Manîsayê 11 rojnameger hatibûn binçavkirin. Li 5 rojnamegerên jin ên ku derxistin Edliyeya Enqereyê “lêgerîna tazî” hat ferzkirin. Li gel ku emniyetê gotibû tu hêmanên sûc di nava alavên rojnameger Şahînlî de nehatine dîtin jî, girtîgehê bi hinceta ku CD’yek di nava cilên wê de derketiye, lêgerîna tazî li hemû rojnamegerên jin ferz kir.