Ji Kongra Star bang: Divê ji dewleta Tirk ji bo hemû sûcên şer hesab bê xwestin
Kongra Star bi daxuyaniyek êrîşên li ser herêmê nirxand her wiha daxwazên xwe di çarçoveya qanûnî, siyasî de ji bo parastina mafên mirovan û parastina hiqûqa navneteweyî kir.
Qamişlo -Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pêlên penaberiyê yên bi êrîşan re, binpêkirina mafên mirovan û bêîstiqrariya herêmê fikarên xwe anî ziman. Di daxuyaniyê de bang li Sekreteriya of the HRC-SR on Extrajudicial, Summary Or Arbîtrary Executîonas (Aliya ku kes ango komên ku derveyî hiqûqî tên qetilkirin dişopîne) û Neteweyên Yekbûyî (UN) hat kirin.
Ji serê salê ve dewleta tirk 31 car bi balafirên bê mirov êrîş kiriye
Daxuyanî wiha ye: “Ji sala 2020’an ve Tirkiye bi awayekî sîstematîk balafirên keşfê yên bêmirov ên çekdar ji bo qetilkirina kesên ku di tevgera jinan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roleke girîng dilîzin, bi kar tîne. Ev şerê balafirên bê mirov di 23’ê Hezîrana 2020’an de bi şehîdbûna Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Amîna Waysî ji endamên Koordînasyona Kongra Star dest pê kir. Li gundê Helinê yê Kobanê, di encama êrîşeke bi balafirên bêmirov ên li ser malek de hatin qetilkirin.
Ji wê demê ve Tirkiye bi awayekî sîstematîk êrîşên balafirên keşfê li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û gelek caran sivîlan û binesaziyê dike armanc da ku tevgera civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lawaz bike. Tenê ji serê salê û vir ve dewleta Tirk 31 car êrîşên balafirên keşfê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne. Di encamê de 13 jê sivîl 48 kes mirine û 12 jê sivîl 38 kes jî birîndar bûn.
Ji 12’ê Hezîranê ve êrîş zêde bûne
Di van hefteyên dawî de Tirkiyeyê qonaxeke nû ya êrîşên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin. Bi awayekî cidî êrîşên bi balafirên keşfê û tobbaranê zêde bûne. Ji 12’ê Hezîranê ve, Tirkiye topbaran û êrîşên xwe yên balafirên keşfê li ser bakurê Sûriyeyê berfireh kiriye û zêdetirî 50 mûşekan li 35 cihan xistiye û bi dehan kes hatine kuştin.
Êrîşa 20’ê Hezîrana 2023’an li ser endamên Rêveberiya Xweser
20’ê Hezîranê danê sibê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê êrîş birin ser gundê Til Şeîr ê dikeve Bakurê Rojavayê navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişloyê. Balafira bêmirov a artêşa Tirk wesayîdeke ku rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (AANES) li ser riyeke ku gelek têbikaranîn hatin hedefgirtin û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû. Dema êrîş pêk hat, Endamên Rêveberiya Xweser bi wesayîdên xwe diçûn ofîsên xwe. Kesên ku hedef hatin girtin, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, Cîgira Hevserok Leyman Şiwêş û welatparêz Firat Tûmo hatin qetilkirin. Hevserokê Meclisa Kantona Qamişlo Gabî Şemûn bi giranî birîndar bû.
Balafirên bêmirov du caran li ser hev êrîş pêk anîn. Hevseroka Meclisa Herêma Qamişloyê Gabî Şemûn ku di êrîşê de bi giranî birîndar bû, diyar kir ku ajokar piştî derbeya ewil jiyana xwe ji dest da. Wî dikaribû ji wesayîdê dakeve û hewl da ku derî veke da ku hevkarên xwe jê derxe, berî ku agir pê bikeve û bişewite lê paşê cara duyemîn lêdan.
Kî hat hedefgirtin?
Di vê êrîşê de gelê sivîl û endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef hatin girtin. Ev êrîş ji bo têkbirina destkeftiyên pergala demokratîk ku wekheviya zayendî jî di nav de ye, pêk hat. Careke din jinên çalak ên siyasî û pêşengên civaka demokratîk a adil rastî êrîşan hatin. Di rastiyê de ev êrîşa balafirên bêmirov ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin hiqûqa navneteweyî binpê dike û sûcê şer e.
Nasnameyên qurbaniyên êrîşa dawî wiha ne:
Yusra Mihemed Derwîş di sala 1972’an de li bajarê Amûdê yê kantona Qamişlo ji dayik bûye. Ji destpêkê ve di nava tevgera jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girt. Derwîş ji destpêkê ve li Kantonê ji bo guhertina civakî û birêxistinkirina çalakiyên civakî û siyasî xebitî û tevlî birêxistinkirina civakê bû. Heta dema ku di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, Hevseroka Kantona Qamişlo bû.
Leyman Şiweş bi navê (Rihan Amûdê) dihat naskirin di sala 1968’an de li bajarê Amûdê yê Kantona Qamişlo ji dayik bûye. Zêdetirî 38 salan di warê siyasî de çalak bû, ji bo demokrasî, azadiya jinan û jiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên gelên herêmê dilsoziyeke cidî nîşan da. Di têkoşîna xwe ya ji bo van armancan de, di sala 2016'an de piştî rizgarkirina Minbicê ji destên DAIŞ'ê, ji bo avakirina sîstemeke demokratîk a li Minbicê cihê xwe girt. Di rêwîtiya xwe ya şoreşger de gelek erk girt ser xwe, nûnertiya tevgera jinan Kongra Star li Başûrê Kurdistanê kir û di dawiyê de bû Cigîra Hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê. Wê jî di êrîşa dronê de jiyana xwe ji dest da.
Firat Tûma di sala 1979 de li Iraqê ji dayik bûye û endamê Partiya Yekitiya Suryaniyan bû. Wek Suryanek di nava Rêveberiya Xweser de ji bo jiyana hevbeş a aştiyane ya komên etnîkî yên cuda kar dikir. Ew ajokarê wesayîda ku di 20’ê Hezîrana 2023’an de di êrîşa balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da.
Gabî Şemûn: Hevserokê Meclisa Herêma Qamişloyê ye û di êrîşê de ji serê xwe birîndar bû wî rakirin nexweşxaneya Qamişlo.
Siyaseta şerê Tirkiyeyê
Dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze aramiya herêmê têk bibe, hewldanên şerê li dijî DAIŞ’ê rawestîne, şêniyên herêmê yên resen koçber bike û projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Ev jî berdewamiya projeya faşîst a dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd li hundir û derveyî sînor e. Êrîşên Tirkiyeyê piştî demeke kin piştî ku Rêveberiya Xweser ragihand ku ew ê girtiyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêyî piştgiriya civaka navdewletî derxin pêşberî dadweriyê, êrîşên Tirkiyeyê zêde bûn. Ev çend sal in AANES bang li civaka navneteweyî dike ku endamên DAIŞ'ê yên girtî li pêşberî dadgeha navneteweyî bidarizîne lê ev bang bê bersiv ma. Her wiha baş hatiye belgekirin ku Tirkiyeyê berê jî endamên DAIŞ’ê bi qaçaxî ji Kampa Holê derdixist û hêzên ewlehiyê li navendên ku girtiyên DAIŞê tê de bûn kirin armanc. Dewleta Tirk ji bo li herêmê bêîstiqrariyê çêbike, xwe dispêre DAIŞ'ê.
Tirkiye hêvî dike ku bêîstîqrarî wê avantajê bide wê ku herêmên din li bakurê Sûriyeyê dagir bike. Bi êrîşên balafirên bêmirov û topbarana berdewam li seranserê sînor, Tirkiye hewl dide şêniyan ji warê wan bide derxistin da ku bi awayekî ne qanûnî êrîşê herêmê bike, dagir bike û zorê bide guhertina demografîk. Tirkiye bi hinceta dij-terorê êrîşê herêmê dike lê sedema rast ew e ku Tirkiye sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo desthilatdariya xwe ya dîktatorî û xewnên xwe yên avakirina Osmaniya nû xeter dibîne.
Bangawaziya me
Em weke rêxistina Jin a Kongra Star êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û pêlên penaberiyê yên pê re, binpêkirina mafên mirovan û bêîstiqrariya herêmê bi fikar dinirxînin. Ji ber wê daxwazên me û bangawaziyên me wiha ne:
• Divê endamên Koalîsyona Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê û civaka navneteweyî zextê li Tirkiyeyê bikin da ku êrîşên xwe yên li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên xweparastinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne. Divê yekser hemû êrîş bên rawestandin.
• Divê planên dewleta Tirk ên ji bo destpêkirina êrîşeke leşkerî ya nû neyên qebûlkirin û rê neyê dayîn.
• Divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji balafirên şer ên Tirk re û ji balafirên bêmirov ên çekdar û yên bêçek re bê girtin.
• Divê ji dewleta Tirki ji bo hemû sûcên şer hesab bê xwestin.
• Divê Tirkiye ji herêmên ku hatine dagirkirin vekişe.”