Ji jinan li dijî tecrîdê çalakî: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye

Jinên beşdarî çalakiya konvedanê ya Kongra Star a Helebê ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan bûne diyar kirin ku heta rêberê xwe bi awayekî fizîkî azad nekin wê çalakiyên wan berdewam bikin.

Heleb- Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, Kongra Star a Helebê çalakiya konvedanê li kafeteryaya Telêt Şems Heleb a li taxa Şêxmeqsûda Helebê li dar xist. Çalakî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat lidarxistin û du rojan berdewam kir.

Di roja yekem de hûrgiliyên projeya neteweya demokratîk a ku wek çareseriya herî guncaw a pêşxistina civakan li dijî şerê taybet e, hat şîrovekirin. Piştre mijara yekemîn ji aliyê endama Akademiya Şehîd Hêzil, Şîlan Xelîl ve ku li ser jiyana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê û têgeha rastiya rêbertiyê bû, hat xwendin. Mijara duyemîn ji aliyê rêvebera Meclisa Şehîd Rûken Zerdeşt, Rojda Menan ve hat xwendin û li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî rêxistinkirina jinan û civakê bû.

Roja yekem a çalakiyê sînevîzyonek li ser zanista jineolojî û bingehên ku xwe dispêrê, hat pêşandan.

Di roja duyemîn de mijarên xweparastinê û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser neteweya demokratîk, hatin nîqaşkirin.

‘Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin’

Rêvebera Kongra Star Emîne Bekir ku beşdarî çalakiyê bû wiha got: “Em beşdarî çalakiya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî bûne wê ev çalakî sê rojan berdewam bike. Armanca me ya beşdariya vê çalakiyê azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Dewletên komploger her çendî bi awayekî fizîkî Rêbertiya me ji me dûr xistine jî wê iekaribin fikrên Rêbertî ji me dûr bixin. Fikrên Rêber Apo di mêjiyê me de ne em bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin. Ji bo me jinan Rêber Apo hebûn e, em ê kar û xebatên xwe li ser fikrên Rêber Apo berdewam bikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo em ê her dem têbikoşin. Em ê fikir û felsefeya Rêber Apo bigihîjînin hemû jinan û wan bi rêxistin bikin.”

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

Rêvebera meclisa taxa Şehîd Gulê, Fatma Mihemed wiha got: “Ev 25 sal in Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê ye 3 sal in bi tu awayî em xeber jê nagirin. Weke gelê taxa Şêx Meqsûd bi taybetî weke jin me çalakiya konvedanê ya sê rojan daye destpêkirin. Em jî beşdar bûne, em ê 24 saetan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di nava çalakiyan de bin, kar û xebatan bikin. Heta Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad nebe em jin jî azad nabin. Divê em her dem di nava çalakiyan de bin. Bila dijmin baş bizanibe em ê ji bo Rêberê xwe her dem di nava çalakiyan de bin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.”

Rêvebera komînan Nadya Şêxmûs jî der barê çalakiyê de got: “Me ev çalakî ji bo sê rojan daye destpêkirin, me jî cihê xwe di vê çalakiyê de girt. 25 sal in rêberê me li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê girtin. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Heta em Rêberê xwe bi awayekî fizîkî azad nekin wê çalakiyên me berdewam bikin.”