Ji ciwanên Êzidî serdana YJŞ’ê: Heta dawiyê Jin Jiyan Azadî

Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê de serdana şervanên YJŞ’ê kirin û peyama ‘Em ê heta dawiyê li dijî her cure tundiyê têbikoşin û bêjin Jin Jiyan Azadî’ dan.

Şengal Di çarçoveya kar û xebatên 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Tundiya li ser Jinê de Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê serdana şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) kirin. Jinên ciwan ku ji aliyê şervanan ve hatin pêşwarîkirin, wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyarî şervanan kirin.

Piştî xêrhatinê şervanên YJŞ û jinên ciwan bi hev re stran gotin û peyama dê heta dawî bi hev re li dijî tundiya li ser jinan têbikoşin, dan.

‘Li dijî tundiyê em her tim bibin yekdest’

Têkildarî mijarê endama Yekitiya Jinên Ciwan Ala Şingalî û şervana YJŞ’ê Cîlan Qeyranî ji ajansa me re axivîn.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Ala Şingalî diyar kir ku ew wekî jin YJŞ’ê ji xwe re hêz û qewet dibînin û wiha got: “Di çarçoveya xebatên 25’ê Mijdarê em weke jinên Şengalê serdana YJŞ’ê kir. YJŞ ji bo me hêz e û em jî ji bo YJŞ hêz in û wisa em her du alî jî hevdu temam dikin. Em ê ji her êrîşên ku li ser jinê tê meşandin bi têkoşîna xwe bibin bersiv û em hemû her tim li dijî tundiyê bibin yekdest.”

‘Dê her jinek bibe xwedî hêz û îrade’

Şervana YJŞ’ê Cîlan Qeyranî jî da zanîn ku li hemberî her cureyê tundiya li ser jin seknandin erka her ciwanên Şengalê ye, bi taybetî erka her jinekê ye û ev tişt anî ziman: “Bi boneya 25’ê Mijdarê em tundiya li ser jinê şermezar dikin û dibêjin ku dê her jinek bibe xwedî hêz û îrade. Dê bi taybetî jinên ku xwe li ser fikir û ramanên Serok Apo perwerde bikin bibin xwedî hêz, îrade û mînak. Mînaka wê ya ber bi çav jî îro li Şengalê YJŞ, li Rojava YPJ ye û xwe birêxistin û îrade dikin. Îro li Şengalê bûyîna xwedî hêzeke wisa ji bo me çavkaniya jiyanê ye. Fikrên Serok Apo wisa bi jinê kir ku jin şiyar bibe, li hemberî tundî û zilamê desthilatdar serî rake. Pêwîst her jinek, her ciwanek li hemberî tundiyê serî rake û li hember zihniyeta zilamê desthilatdar em bi israr dibêjin Jin-Jiyan-Azadî.”