Ji bo Sînemaya Şehrazad ji nû ve ava bibe kampanya hat destpêkirin

Ji bo ku Sînemaya Şehrazad a li Amûdê 282 zarokên Kurd ji aliyê rejîma Baas ve lê hatin qetilkirin, ji nû ve were avakirin kampanya hat destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Di Sînemaya Şehrazad ku li Amûdê, di dîroka 13’ê Mijdara 1960’an ji aliyê aligirên rejîma baas ve di encama şewata derketî de 282 zarokên Kurd hatin qetilkirin. Ji bo jinûve avakirina  sinemaya ku tu caran wê komkojiya wê neyê ji bîrkirin kampanya hate destpêkirin. 
Ji bo jinûve avakirina sînameyê kampanya ku ji aliyê Associazione Ya Basta Bologna, UIKI Onlus, ETS için Un Ponte û Arci hanno xebat dide meşandin bi hevkariya Komîna Sînemaya Rojava kampanya hate ragihandin û di encama kampanyayê de Sînemaya Şehrazad wê weke navendek ya çand û huner û salona sînemayê cardin ji xizmetê re were vekirin. 
Wê bîranîna 282 zarokan were jiyan kirin
Ji bo ji nûve avakirina Sînemayê li ser navnîşana  produizonidalbasso.com kampanya bexşkirinê hate destpêkirin. Wê salona sînemayê bi bexşkirinan jinûve were avakirin, tê xwestin ku bîranîn 282 zarokên Kurd were jiyan kirin. Di daxuyaniya derbarê kampanyayê de hatî dayîn de wiha hate gotin: “Cardin avakirina sinemaya Amûdê, li bajar û bi giştî gelê li Bakûr û Rojhilatê Sûriye jiyan dike û ji bo sûddana hafizaya kolektif ya çandê, di heman demê de di 13’ê Mijdara 1960’an ji bo jiyana gelek zarokên ku hatie qetilkirin tê wateya zîndîkirina biranîna wan.” 
Navnîşana piştevaniya kampanyayê; 
  
https://www.produzionidalbasso.com/project/nuovo-cinema-amude-ricostruire-un-idea-meravigliosa/

Malpera saziya organîzatorê
 
https://www.produzionidalbasso.com