Ji bo Gülistan Doku xwest ku meclîs lêkolînê veke

Ji bo Gülistan Doku ya ku ev hezar û 91 roj e xeber jê nayê girtin, lêkolîna meclîsê hat xwestin.

Navenda Nûçeyan - Parlementera Muşê ya Partiya Domokratîk ya Gelan (HDP) Şevîn Coşkun, aqubeta xwenekara pola duyem a beşa pêşxistina zarokan a zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku ya ku ji 5’ê Çileya sala 2020’an ve heta niha tu agahî jê nayê girtin, xist rojeva Meclisa Tirkiyê.

Şevîn Coşkun xwest ku derbarê Gulistan Doku li meclîsê lêkolîn were vekirin. Derbarê wê de diyar kir ku ev hezar û 91 roje tu xeber ji Gulistan Doku nayê girtin, malabata wê di lêgerînên edaletê de ne û ev hemû bê berîsv mane û wiha got: “Ev demek e di rojeve welat de Gulistan Doku heye, di derbarê wendabûna wê de pêvajoya darizandinê bi awayek çalak nehat meşandin û ji bo ku aqubeta wê derkeve holê li gora zagona bingehîn ya madeya 98 ya tuzuka navxweyî, madeya 104 û 105 em daxwaz dikin ku ji bo lêkolînkirina Meclîsê tişta ku pêwîst were kirin.”