Ji ber şerê li Sûdanê jin perwerdeya bikaranîna çekan dibînin

Jinên ku piştî şerê navxweyî yê li Sûdanê ku di sala xwe ya duyemîn de ye bi rewşên destavêtin û revandinê re rû bi rû hatin, di tabûra 'Birayên Nesîbe' ya ku di sala 2023'an de hat avakirin de perwerdeya çek û şer didomînin.

ATA ÎBRAHÎM

 Sûdan – Jinên Sûdanê, ji ber şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de li gelek cihan dewam dike, di rewşeke zehmet de dijîn. Ewlehî nemaye û jin rastî tundî, revandin û tecawizê tên. Vê yekê jî hişt ku berê xwe bidin kampên perwerdeyê yên ji bo  perwerdekirina bikaranîna çekan. Bi vê yekê hewl didin parastina xwe bikin û li hemberî bûyerên ku derkevin pêşiya wan bisekinin.

Gelê Sûdanê dest bi pêngaveke nû ya ji bo wan gelekî cuda ye kir. Niha jin û keçên Sûdanê li kampên perwerdeyê, dewreyên der barê rêbaz û çawaniya bikaranîna tivingên sivik de dibînin.

‘Ji ber ku ewlehî û aramî nemaye jinên Sûdanê hînî bikaranîna çekan dibin’

Bijîşka diranan û sekretera destpêşxeriya jinên Sûdanê Dr. Samya El-Teyîb Ebd El-Kerîm ku yekem alî bû kampeke perwerdeyê ji jinan re ava kir û jinan fêrî hunerên şer dike got: "Bi destpêkirina şer re, hejmarek ji jinên Sûdanê dest bi perwerdeyê kirin. Armanca me ew e ku em piştgiriya hêzên xwe bikin. Min li paytexta Xertûmê kar dikir lê ji ber rewşa şer min dest bi perwerdeyên leşkerî kir. Jin herî zêde bandora nebaş ji şer dibînin, ji ber mafê wan hatiye binpêkirin, malên xwe û karê xwe ji dest dane, ewlehî û aramî nemaye. Ev hemû bûn sedem ku jinên Sûdanê çekan rakin."

Di sala 1990’î de yekem koma leşkerî ya jinan li Sûdanê hatibû avakirin

"Xwişkên Nesîbe" yekem koma leşkerî ya jinan e li Sûdanê ku di sala 1990’î de ji aliyê partiya Îslamî ya berê bi serkêşiya Omer El-Beşîr ve hatibû avakirin e. Piştî ku jin tevlî perwerdeyên leşkerî bûn, di wê demê de ev koma leşkerî piştgiriya artêşê di dema şerê navxweyî de li dijî Başûrê Sûdanê dikir û di dawiyê de ev şer bi riya dabeşkirina Sûdanê ji bo 2 beşan bi dawî bû.

Heman tişt di şerê ku niha çêdibe di dema vekirina yekem kampa perwerdeyê ji bo jinan, li eyaleta Çemê Nîl li bakurê welat di Tebaxa borî de çêbû.

Alaa Salih Tahir beşa zanistên rêveberî di Zanîngeha Al-Ahlia de dixwîne, temenê wê 22 salî ye biryar da derbasî kampên perwerdeya jinan bibe.

‘Ji bo parastina xwe tevli perwerdeyê bibin’ 

Alaa Salih Tahir got ku ew di meha Tebaxê de tevli kampên perwerdeyê yên jinan bûye. Alaa destnîşan kir ku wê li ser vekirin û careke din siwarkirina çeka keleşnîkofê û berdana guleyan 45 rojan perwerde dîtiye û diyar kir ku hejmara jinên ku pê re perwerdeyê dîtine 285 e.

Alaa Tahir got ku armanca wê bi tevlibûna kampên perwerdeyê ew e ku parastina xwe, malbata xwe û jinên Sûdanê hemûyan bike û bang li hemû jinên ciwan û jinan kir ku tevli kampên perwerdeyê bibin û bikaribin xwe biparêzin.

Ji ber şerê ku didome gelek jin tên revandin û rastî tecawizê tên

Li gorî raporên rêxistinên hiqûqî ji dema şerê li Sûdanê dest pê kiriye ve heta niha, jin rastî revandin û tecawizê tên.

Di demên berê de jî rêvebera Yekîneya Têkoşîna li Hemberî Tundiya li dijî Jinan Suleyma Ishaq ji dezgehên ragihandinê yên xwecihî re ragihandibû ku ji dema şer dest pê kiriye ve heta niha 157 jin rastî tundiyê hatine her wiha jin û keçên ji her temenî rastî tundiya cinsî hatine.