Ji 31 girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evînê nemayek vekirî
Ji 31 girtiyên siyasî yên ku li girtîgeha Evînê dimînin, ji bo cezayê darvekirinê û cezayên neheq were rakirin nameyek vekirî weşandin.

Navenda Nûçeyan - Dewleta Îranê ji ber bê tehemuliya li beramberî komên nijad, ziman û çanda cûda yên welat polîtîkayên pêkutiyê bi binçavkirin, girtin, tepisandin û pêkanînên darvekirinê dimeşînin. 32 girtiyên siyasî yên ku li girtîgeha Evînê dimînin ji bo cezayê darvekirinê û cezayên neheq were rakirin nameyek nivîsandin û weşandin.
31 girtiyên bawerî û siyasta wan cûda di nameya ku weşandin de wiha hate gotin: “Li me hemûyan cezayê girtigehê yê 124 sal birine. Em rastî neheqiyek heta hetayî û heta gelek neslan hatine. Ji mirinê re na, em parastina mafê jiyanê dikin. Jiyana mirovan hêjaye.”