Hunermendên Kurd, Ereb, Ermen: Hozan Mizgîn xeta azadiyê ye

Hunermendên Kurd, Ereb û Ermen bi boneya 32’yemîn salvegera wê hunermend û pêşenga têkoşîna jinên Kurd Gurbet Aydin bibîr anîn û gotin: “Hozan Mizgîn xeta azadiyê ye. Destkeftiyên îro mîrasa ked û têkoşîna wê û rêhevalên wê ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Hunermed û pêşenga têkoşîna azadiya jinên Kurd Hozan Mizgîn di 11’ê Gulana 1992’an de li Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê dema ku mala lê dima ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve hat dorpêçkirin, ji bo nekeve dest çalakiyek fedayî pêk anî. Bi boneya 32’yemîn salvegera şehadeta Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) hunermendên Kurd, Ereb û Ermen ên Kantona Cizîrê ya Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku ew ji têkoşîn û pêşengiya Hozan Mizgîn bandor bûne û gotin ku ji bo pêşxistina hunera şoreşger a mîrateya Hozan Mizgîn e têdikoşin.

‘Em ê hunera şoreşger bi pêş bixin’

Endama rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarokê Til Temirê Reşa Elo ya ji pêkhateya Ereb e diyar kir ku şehîd Mizgîn di dilê her jinek de ye û axaftina xwe wiha domand: “Em di salvegera şehadeta wê de Hozan Mizgîn bi bîr tînin. Em weke jinên hunermend di şexsê şehîd Mizgîn de jinên şoreşger bi bîr tînin.”

Reşa Elo da zanîn ku erka her hunermendek ew e ku xwedî li mîrasê şehîd Mizgîn derkeve û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em her sal weke Tevgera Hîlala Zêrîn di 11’ê Gulanê de wê bi bîr tînin. Niha em amadekariya çalakiyek ji bo vê rojê dikin û bi rêzdarî wê bi bîr tînin. Huner rêbazeke xweş û nerm e di riya wê de mirov dikare rasterast bi civakê re eleqedar bibe. Em jî weke hunermendên Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo ruhê şehîd Mizgîn zindî bikin em ê asta têkoşînê bilind bikin û hunera şoreşgerî bi pêş bixin.”

‘Ew ji bo me xeta azadiyê ye’

Hunermenda Kurd Sîmav Ebdê ku Kurd e teqez kir ku Hozan Mizgîn ji bo jinan nîşaneya xeta azadiyê ye û wiha anî ziman: “Şehîd Mizgîn ji bo me bûye xetek û em li ser wê xetê dimeşin. Ew xet jî bi ked û fedakariya şehîdan hatiye parastin û ruxmî ku rastî gelek êrîşan tê jî hebûna xwe diparêze. Destkeftiyên roja îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku jin bi deng, ziman û hunera xwe ya Kurdî derdikevin ser dikê mîrasa şehîd Mizgîn û rêhevalên wê ye. Îro xwedîderketina li hunerê xwedîderketina li giyanê şehîdan e. Bi riya hunerê mirov parastina hebûna xwe dike. Ji bo bîranîna şehîd Mizgîn di 11’ê Gulanê de çalakiyek li ser asta kantona Cizîrê dê were lidarxistin em ê tê de cih bigrin û ruhê hunera şehîd Mizgîn zindî bikin.”

‘Em deyndarê ked û fedakariya wê ne’

Hunermenda Ermen Mîsa Yerlis Lomoniyan Hozan Mizgîn bi bîr anî û wiha got: “Em bi rêzdarî pêşenga azadî û zindîkirina hunerê Hozan Mizgîn bi bîr tînin. Ew hunermendeke Kurd bû, bi dengê xwe yê çiyayî dikaribû xwe bigihîjîne hemû Kurdan. Beriya niha me nikaribû wekî hunermendên Ermen hunera xwe bi pêş bixin lê piştî şoreşa Rojava ku bingeha xwe ji ked û têkoşîna şehîd Mizgîn û rêhevalên wê digre, me gavên pêşketî avêt û xwedî li huner, çand û zimanê xwe derketin. Em deyndarên ked û fedakariya şehîdan in.”