Hejmara rojnamegerên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 140

Li Xezaya ku êrişên Îsraîlê li ser didomîne 2 rojnamegerên din jiyana xwe ji dest dan. Hejmara rojnamegerên li herêmê jiyana xwe ji dest dane bû 140.

Navenda Nûçeyan – Ji 7ê Cotmeha 2023’an ve êrişên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê bênavber berdewam dikin.

Hate diyarkirin ku di êrişa artêşa Îsraîlê ya li ser Kolana El Sîna ya li rojavayê bajarê Xezayê de 2 rojnamegerên bi navê Şadî El-Selafîtî û Wasim El-Şawa jiyana xwe ji dest dane. Hat parvekirin ku cenazeyên rojnamegerên di êrişê de jiyana xwe ji dest dane anîn Nexweşxaneya El Ehlî Baptist.

Ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve hejmara rojnamevanên li Xezayê hatin qetilkirin bi komkujiya dawî re bû 140.