Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest da bû 41 hezar û 595

Hejmara kesên ku di êrişa Îsraîlê yê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê didome de jiyana xwe ji dest dane bû 41 hezar û 595.

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê heya niha li ser Zîvala Xezayê didome.

Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê bi daxuyaniyekê derbarê êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê ku 359 roj in didome agahiyan parve kir. Hat ragihandin ku di 24 seatên dawiyê de di encama êrişên Îsraîlê yê li ser heremên cûda yê Zîvala Xezayê de 9 Filistînî jiyana xwe ji dest dane û 41 Filistînî birîndar bûne.

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve didome de jiyana xwe ji dest dan bû 41 hezar û 595, hejmara birîndaran jî bû 96 hezar û 251.

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hê jî di bin kavilan de û li kêleka rê cenaze hene û ji ber astengiyan nikarin xwe bigihînin cenazeyan.