Girtiyek çîroka salek, 6 meh û 18 rojan vedibêje - 2

"Di hucreya yek kesî de bê av û ronahî mabûm, min îşkence kirin, di ser de jî kehrebe didin min, ji bo min azadî xewnek bû." Ev gotinên girtiyeke ku di girtîgeha Dispilîna Leşkerî ya MÎT’ê de maye ne.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Bi dagirkirina Serêkaniyê, kiryarên dermirovî yên li dijî şêniyên wê derê zêde bûn. Me di dosyaya xwe ya beşa destpêkê de gotibû ku li bajarê Serêkaniyê çend girtîgehên jinan hene û hemû hûrguliyên din jî rêz kiribûn. Girtiyeke ku ji ber rewşa ewlehiyê û xetera li ser malbatê, nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa me re behsa rojên girtîgehê dike.

Jina ku nexwest navê xwe eşkere bike, di 6'ê Sibata 2020'an de tê girtin, piştî sal, 6 meh û 18 rojan tê berdan. Ew di girtîgeha Dispilîna Leşkerî ya ku bi navê terorê tê nasîn li taxa Hewarna ye, yekem jina tê girtin bû.

Bi bihaneya ku ew îstîxbaratê dide YPG'ê û terorîst e ji ber mala xwe hat girtin

"Ez ji Serêkaniyê me, dema ku êrîşên dewleta tirk çêbûn em neçarî derketina ji bajêr bûn lê piştî ku rewş sakîn bû, ez vegeriyam bajêr da ku alavên mala xwe derbixim û vegerim cihê ku jê hatime. Di wê demê de MÎT'ê û çeteyan girtin ser mala me, bi bihaneyên ku ez girêdayî îstixbarata YPG'ê me, ez girtim û dest bi lêpirsînê kirin. Bi zorê xwestin bixin stûyê min ku ez girêdayî îstixbarata YPG'ê me lê min red dikir û bi rastî jî rastiya gotina wan tunebû. Dîtin ku tiştên dixwazin, ez pêk naynim ligel lêpirsînê dest bi îşkenceyê kirin. Yên ku di lêpirsîna min de amade bûn jî îstîxbarata Tirk û berpirsên çeteyan bûn."

'Wextê min bihaneyên wan red kir kehrebe dan min'

Girtiyê got ku 13 saetan li ser hev bi lêpirsîn û îşkenceyê re rû bi rû maye û wiha domand: "Bênavber 13 saetan ez di lêpirsînê de bûm, îstîxbarata tirk ji saet 09:00 heya 16:00'an lêpirsîn dikirin û paşê berpirsên çeteyan dest pê dikirin. Di roja destpêkê de bi lêpirsînê re MÎT'ê kehrebe da min û serê min xistin nava avê. Paşê berpirsên çeteyan hatin, ez bi pilingo ve girêdam û rêbazê tekerê otombîlê li ser min meşandin. Ez 20 rojan bi îşkenceyê re rû bi rû mam. Xwestin ku tiştekî ku min nekiriye bikin stûyê min lê ez bi îsrar bûm ku ya dixwazin ji devê min bikşînin, nebêjim."

'Du mehan di hucreya yek kesî de bê çira hatim hiştin'

Girtiyê diyar kir ku dema wê tiştên ku MÎT’ê û berpirsê çeteyan dixwestin bêje û negot, nefes lê çikandin û wiha pêl da gotinên xwe: "Di vir de êdî nehiştin ku ez rihet nefesa xwe bikşînim. Ne av, ne çixare û ne jî kehrebe hiştin her tişt qut kirin. Du mehan di hucreyeke kesî de bê şewq mam, her der şevreş bû. Dema ku zextan li min zêde kirin, bi hêvî bûn ku ez ê derewên wan veguherînim rastiyê û bibêjim rast e, girêdayî îstîxbarata YPG'ê me. MÎT’ û berpirsên çeteyan ên li girtîgehê li ser min nobedarî digirtin. Li ser vê rewşê ez 9 mehan mam, wê demê şert danîn ku dîsa ji min re gotin bêje ku ez girêdayî îstîxbarata YPG'ê me yan jî navê çend kesên îstixbaratê bide me û em ê di vê kêliyê de te berdin."

Hemû rê û rêbazên xwe xistin dewrê lê bê encam bûn!

Girtiyê da xuyakirin ku wê ji wan kesan belgeyên ku gotinên wan piştrast bike xwestiye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Carna digotin me di mala te de binerd dîtiye, carna jî damançeya bêdeng û li vir te li hemberî me şer dikir. Min ji wan re got; ka belgeyên xwe bînin û ger tiştekî wiha hebe, ez ji bo cezayê amade me. Hemû rê û rêbazên xwe xistin dewrê lê bêencam bû. Ji min re gotin; tu yê wisa bimînî û em ê nehêlin tu bêhnê bigrî. Nêzî 15-20 rojan lêpirsîn ji nişkêve dan sekinandin, paşê dîsa hatin û gotin me belge li ser te kom kirin û anîn. Wêneyekî min ê kesayetî peyda kiribûn lê dîsa min ev red kir û got; ev ne belge ye û nabe delîl û dîsa dest bi lêpirsîna xwe kirin."

'Di bin gefa kuştinê de, vîdoyên derew hatin qeydkirin û kuştin jî çêbû'

Girtiyê xaleke girîng ku divê cîhan wê bibîne û derewên nûçeyên dewleta tirk nas bike, anî ziman û wiha bilêv kir: "Ji ber îşkenceyê dengê mêrekî xweş dihat guhê min. Berpirsên çeteyan bi zorê xwestibûn ku ew zilam di vîdyoyê de bibêje YPG'ê ew şandiye Serêkaniyê, da ku erebeya xwe bi çeteyan de biteqîne. Tesaduf bûyereke wiha qewimî û ew zilam nêzî cihê bûyerê bû lê wî got ne ez hatime xwe li vir biteqînim û ne jî kesî ez şandime. Lê bi zorê hiştin di vîdyoyê de bibêje ku YPG'ê ew şandiye Serêkaniyê. Paşê ew zilam bê sûc qetil kirin. Di bin îşkenceyê de divê ku tiştên te nekiribe jî bibêje min kiriye. Yan îşkenceyê yan jî qeydkirina vîdyoyên derew hilbijêrin. Gelek kesên di bin gefa kuştinê de vîdoyên wiha qeyd kirin û hemû jî derew bûn."

'54 jinên DAIŞ'î yên ku anîn ji me bi qîmetir bûn'

Girtiyê bal kişand ser xaleke girîng a girêdana DAIŞ û Tirkiyeyê bi belgeyên şênber, piştrast dike û wiha got: "Piştî salekî êdî jin anîn vê girtîgehê. Hin jinên girtî bê sûc bûn. Carekê 54 jinên DAIŞ'î ji Kampa Holê hatibûn, xistin girtîgehê de. Nehiştin ku jinek jî dîsa bi wan jinên DAIŞ'î re biaxivin an jî nêzî wan bibin. Em û wan ji hev cuda kirin. Lê ya balkêş di vir de jî ew e tenê 4 rojan man û ew derxistin derbasî Tirkiyeyê kirin. Danûstandina bi wan re dikirin ji ya me gelekî baştir bû, ruxmî ku ew terorîstên rast bûn. Tiştê ku wan jinan dixwest dihat ber wan, ne îşkence hebû û ne jî lêpirsîn. Lê yê min serdana mirovên min dîsa li min qedexe kiribûn. Doza min jî ya ku ez xwediya vê axê me, li ber destê payebilindên MÎT ê bû, her ji min re digotin mijara te bi MÎT’ê re ye ne ji rêzê ye."

Çima MÎT'ê ew veneguhest Enqereyê?

Girtiyê da payin ku MÎT’ê jê re gotibû ku wê ranakin girtîgeha Enqereyê û wiha domand: "MÎT’ê got ku wê ceza 30 sal be, tu yê di vê girtîgehê de bimînî û em te nebin Enqereyê. Ji ber ku tenê rapor li dijî min hatibûn amadekirin wekî belge di nava destên wan de bûn lê belê wêne, dîmen û agahiyên din ji ber ku tunebûn, nikaribûn min derbasî Tirkiyeyê bikin. Ji ber tiştên ku dikin hemû jî şaş bûn û bê belge bûn. Di bin wê îşkenceya bê îman de, her kesê derew kir lê min nekir û her dem min bihaneyên wan red dikir. MÎT'ê gotin ku tu ji yek kesê/î re nebêjî me çi kiriye ji te û tu yê behsa îşkenceyê nekî."

'Piştî berdanê jî wekî siya min li pey min bûn'

Girtiyê got ku ew piştî salek, 6 meh û 18 rojan ji girtîgehê derketiye lê dîsa jî di bin kontrolê de bûye û wiha pêde çû: "Piştî ku yek ji malbata min 5 hezar dolar da, ez ji girtîgehên derxistim. Lê erebeya MÎT’ê dîsa jî li pey min bû, min gava xwe bi ku de biavêta ew li pey min bûn, wekî siya min, ji min qut nedibûn. 20 rojan di hundirê Serêkaniyê de mam û piştre ez derketim û vegeriyam cihê ku beriya girtinê jê hatibûm. Ruxmî du sal derbas dibin jî ez hê bawer nakim li derve me û mirovan dibînim. Azadî û kişandina bêhna azad çiqas xweş e, ewqas jî ji bo wê ez têkoşiyam."

'Biçin girtîgehên dagirkeran û rastiyê bibînin'

Girtiyê di dawiya gotina xwe de bang li rêxistinên mafên mirovan û NY’ê kir û wiha got: "Di girtîgehên Serêkaniyê de, gelek kesên bê sûc hene ku bûne qurbanî. Gelek kes ji derketina Serêkaniyê û derbasbûna herêmên Rêveberiya Xweser mehrûm kirin, ji ber ku hiştin di bin zextê de, di vîdyoyan de bibêjin em terorîst in û em hatine xirabiyan bikin. Divê ku êdî wijdanê mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî biheje û çareseriyê ji vê rewşê re bibînin. Dema ku girtî bûm, min digot qey mafên mirovan û wijdan miriye. Kanê sazî û rêxistinên banga mafên mirov û girtiyan dikin. Ji lewre yên rewşa wan ji min girantir jî hebûn hene. Li benda hêviyê ne, li benda hin rêxistinan in ku destên xwe dirêjî wan bikin û wan ji wê kabûsê xilas bikin. Dereng nemînin, biçin û rastiyan li girtîgehan bibînin."