Fatma Bîlen: Di doza Kobanê de îradeya gel tê binpêkirin

Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen derbarê darizandina siyasetmedarên Kurd di Doza Kobanê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di esas de bi darizandina siyasetmedaran îradeya gel tê binpêkirin.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Desthilatdariya dewleta Tirk di bûyerên Kobanê yên sala 2014’an de, lêpirsînek vekir. Di çarçoveya lêpirsînê de, derbarê hevserokên HDP’ê yên wê demê Selahaddîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û 10 parlamenterên HDP’ê de, lîsteyek ji tawanan hate amadekirin. Li ser vî esasî, di Mijdara 2016’an de, Selahaddîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û 7 parlamenterên HDP’ê bi serdegirtina malên wan de hatin girtin û di 2’ê Cotmeha 2020’an de 17 siyasetmedarên din ên HDP’ê hatin girtin di çarçoveya lêpirsîna nivîsgeha serdozgeriya Enqereyê  ku lîsteya xwe ya tawanan di 30’ê comteha 2020’ê de, pêşkêş kir. 22’emîn Dadgeha Cînaî ya Bilind a Enqereyê di 7’ê çileya 2021’an de lîsteya tawanan pejirand.

Di 16’ê Gulana 2024’an de, biryara “Doza Kobanê de” li 108 kesan hate dayîn ku 18 ji wan di girtîgehê de bûn û 72 jî li derveyî welat bûn. Di vê çarçoveyê de, cezayê 42 salan yê girtîgehê li Demîrtaş û 30 sal û 3 meh jî li Yuksekdag hate birîn. Piştî biryara girtinan li Kurdistan û dervey welat ji aliyê gelê Kurd û dostên gelê Kurd ve nerazîbûn hatin nîşa kirin.

Hevşaredara Wargeha Penaberan a Mexmûrê Fatma Bîlen derbarê darizandina siyasetmedarên Kurd di Doza Kobanê de ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di esas de bi darizandina siyasetmedaran îradeya gel tê binpêkirin.

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya li hember pêkanînên Erdogan yên di sala 2014’an de piştgirî dida êrişên Daîşê û got: “Di pêvajoya ku Daîş êrişî Kobanê kirî de, Erdogan ji bo piştgirî dayîna Daîşê got, ‘wê Kobanê bikeve’. Herkesê bi çavê xwe dît Erdogan çawa piştgirî dida Daîşê. Wê demê Erdogan ‘Doza Kobanê’ wek ya xwe dît. Giştî cîhan bû şahidê hovitiya Daîşê, ku çawa gelê Kurd bi qetilkirinê re rû bi rû ma. Ango em îro bi çavê cîhanê li Erdogan temaşe bikin wê demê hemu cîhanê jî piştgiriya Erdogan ya ji Daîşê re piştguh kir. Lê divê wê pêvajoyê de ev yek ji Erdogan re nehatiba qebûl kirin.”

‘Hemu cîhan li beramberî vê bêmafiyê çavê xwe digre’

Fatma Bîlen bal kişand ser hevgirtina gelê Kurd ya ji bo Kobanê û got: “Wê demê giştî gelê Kurd li Kobanê xwedî derket. Ji bo seferberiyê hemuyan xwe dan ber top û hovitiya Daîşê. Ji bo ku gelê Kurd ji bin wê hovitiyê rizgar bikin, hemu kesê li Bakur û Başûrê Kurdistanê ber xwe dan Kobanê. Her mirovê ku dibêje ez xwedî wijdanim wê çaxê de ne rawestan. Di wê demê de siyasetmedarên ku li Tirkiyê û yên ku bi îradeya gel hatin hilbijartin bi piştgirî dayîna Kobanê xwe diyarkirin. Lê ev qasî 10 salane li ber çavê hemu cîhanê têne darizandin. Çawa ku di dema Kobanê de bêmafî li gelê Kurd di hat kirin, cîhanê çavê xwe girt niha jî li hember darizandina van kesên siyasetmedar wek Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî çavê xwe digirin.”

‘Emê heta dawiyê ji bo Rêbertî û girtiyên xwe çalakiyan li darbixin’

Fatma Bîlen da diyarkirin ku nêzîkatiyên dewlet Tirk a dagirker yên li hemberî girtiyan li dijî exlaqê mirovahiyê ye û wiha got: “Em bi çavê xwe dibînin nêzîkatiyên dewleta Tirk li girtîgehan çawa ye, nêzîkatiyên çawa raberî gelê Kurd yê ku ji ber rewşa siyasî dikevin girtîgehê de, dikin. Ev jin, mêr û dayîkên me yên bi temen jî dibe ango nêzîkatiyên xwe yên hovane û ji dervey exlaqê mirovahiyê li ser hemu girtiyên me de didin meşandin. Emê wek gelê Kurd heta dawiyê ji bo Rêbertî û girtiyên xwe çalakiyan li darbixin. Di serî de Rêbertî û hemu kesên ku niha di girtîgehê de ne, mafê wan yê bi malbatê re hevdîtin pêkanînê heye. Bi cezayên ku demê dawî de hatine dayîn em jî bi hêrs bûn û ev cezayên ku têne birîn jî di şexsê wan de li ser hemu gelê Kurd têne pêkanîn.”