‘Em ê bi pênûsên xwe dîroka jinan binivîsînin’
Çar meh in serhildana gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam dike, xwendekarê jin Zaningeha Rojava derbarê hedefgirtina xwendekaran de gotin dewleta Îranê ji hêza jin ditirse û ji ber vê herî zêde êrişî jinan û xwendekaran dike.

ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo - Xwendekarên jin ên zanîngeha Rojava diyar kirin ku armanca dewleta Îranê hedefgirtina jin û xwendekaran e ji ber ku ew bingeh û pêşeroja civakê ne. Îran ji hêza ciwanên ku mafên xwe nas kirine ditirse.
Piştî kuştina jina ciwan a Kurd, Jîna Emînî, serhildanan li Îranê û rojhilatî Kurdistanê dest pê kir, xwendekar û mamosteyên zanîngehan xwepêşandan birêxistin kirin û tevî hemû çewisandin, gefxwarin, îşkencekirin, kuştin û revandinan jî li hemberî hêzên ewlekariyê rawestiyan û gelek xwendekar ji ber vê yekê ji xwendinê hatin dûrxistin.
Xwendekara beşa Jinolojiyê ya zanîngeha Rojava, Nûjîn Îbîş dibêje: "Piştî kuştina ciwana Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve li Îranê bi hinceta ku hîcaba wê ne li gorî zagonan e, xwepêşandan li seranserê welat belav bûn, ji ber ku êşa gel ji ber binpêkirinên desthilatdariyê hebû êdî gel nikaribû rejîma dîktator ku fikra baviksalarî li ser civakê ferz dike tehemul bike."
‘Rejîma Îranê ji vîna jinan û ruhê şoreşger ditirse’
Nûjîn Îbîş teqez kir ku dewleta Îranê bi riya şerê taybet, tundîtûjî dike û jinan qetil dike ji ber ku ew ji vîna jinan ditirse û got: "Dema serhildana Îranê, hemû jin li hemberî desthilatdariyê rawestiyan li dijî kuştina Jîna Emînî, rejîmê jî hemû rêbazên çewisandinê li dijî wan bi kar anî ji bo vîna wan bişkîne, lewaz bike."
Nûjîn Îbîş di dawiya gotinên xwe de got: "Yekrêziya hemû jinên cîhanê li hemberî tundûtujiya li dijî wan pir girîng e. Wekî Rêber Abdullah Ocelan dibêje, sedsala 21’ê dê bibe sedsala azadiya jinan. Em weke xwendekarên zanîngeha Rojava divê li hemberî binpêkirina mafên jinan û xwendekaran rawestîn, bi riya xwendina zimanê xwe, parastina çand û dîroka xwe bikin."
‘Jin ji aliê dîrokî ve xwedî hêza serkeftinê ne’
Xwendekara zanîngehê, Kînda Kenan, dibêje: "Serhildana Îranê berdewam dike û destnîşan kir ku di nav dîrokê de serhildanên jinan her dem bi pêş ketine lê serîrakirina jinan bi qetlîaman re rû bir û ma ye û got: "Ji hezar salan ve heya roja me ya îro, her dem jinên xwedî fikrên azad û vîna bi hêz hatine hedefgirtin, rola wan di civakê de hatiye paşguhkirin, gelek pêşengên jin ku civakê birêve birine û bi pêş xistine hatine kuştin."
Kînde Kenan di dawî de wiha got: "Hişyarkirin û berdewamiya têkoşînê û xwendinê pir girîng e, bila em bi pênûsa xwe şer bikin, şoreşa Rojava bi şoreşa jinan hatiye naskirin ew jî bû çirûska vejîna hemû jinên cîhanê. Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan dikaribûn li hemberî hemû hêzên ku mafên jinan dixwin rawestin. Em xwendekarên zanîngeha Rojava xwe bi pêş dixin, têbikoşin da ku bi pênûsa xwe dîroka jinan ji nû ve binivîsînin û ji cîhanê re îsbat bikin ku vîna me ji hemû siyasetan xurtir e. Em ê bi zanîn û fikrên xwe li hemberî desthilatdar û dîktatoran rawestin, em ji çekên wan natirsin. Em piştgiriya hemû jinən azad û aştîxwaz dikin."