Edalet Omer: Emîne Kara nimûneya jina azad bû

Seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye Edalet Omer li ser rêhevaltiya xwe bi jina têkoşer Emîne Kara ya di komkujiya Parîs a duyemîn de jiyana xwe ji dest da, got: “Gelek hewildanên wê yên ji bo jinan afirandina azadiyeke misoger hebû.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Di êrîşa ku di 23’ê Kanûna 2022’an de li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê pêk hat pêşenga Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî (Emîne Kara), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer û Welatparêz Abdurahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Têkoşer Evîn Goyî bi nasnav Emîne Kara têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ’ê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye xwedî mîraseke dewlemend bû, her wiha yek ji jinên pêşeng bû di aliyê birêxistinkirin û xwedîderketina li nirxê jinan. Têkildarî ked, têkoşîn û sekna wê ya bi rûmet rêhevala wê ya kar û xebatê Seroka Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriye Edalet Omer ji axivî.

Dûyemîn komkujiya Parîsê

Edalet Omer behsa komkujiya 23’ê Kanûna 2022’an ya ku derheqê Emîne Kara û herdu hevalên wê de li Parîsê pêk hatî wiha dike: “Di şexsê şehîd Evîn de em hemû şehîdên ku ji bo azadiya vê civakê misoger bikin canê xwe feda kirine wan bibîrtînin. Şehîd Evîn demeke dirêj li Rojavayê Kurdistanê xebatekî bi nirx da meşandin, ji nêz de min kesayeta wê nasdikir û hevaltiyeke me ya xurt bi hev re hebû. Ev ne cara yekem e komkujiyên wiha li Parîsê diqewimin berî wê jî pêşenga Tevgera Azadiya Jin Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi heman êrîşî jiyana xwe ji dest dane. Bi heman zîhniyetê dixwazin kesayetên bi vî rengî ku ji bo jinan xwedî bandor in û di riya wan re jinan azadiya xwe naskiriye qir bikin. Sîstemên desthilatdar ên hegomon her jinên zanistvan ên ku ji bo tevahî jinan têdikoşin dikin hedefa êrîşên xwe yên hovana. Jinan îradeyek wisa avakiriye ku dijmin êdî ji wan hesab dixwaze, her wiha di nav planek  binxistina şoreşa de ne, lê her nikarin.”

Li dijî DAIŞ’ê şer kiribû

Edalet Omer bal kişand  ser kesayeta şehîd Emîne Kara û sekna wê ya bi rûmet û wiha domand: “Şehîd Evîn gelek hewildanên wê hebûn ji jinan re azadiyeke misoger biafirîne ji bo wê her di qadên têkoşîn û xebatê de amade û pêşeng bû. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de û êrîşên wan li ser Rojavayê Kurdistanê xwedî sekneke bi hêz bû û cesaretek xurt nîşan da. Her kes hîn kir ku çawa mirovek xwedî îrade û welatparêz be bi rengekî ku nebin hedef ji dijmin re û bikaribin xwe biparêzin. Her wiha di aliyê zanistî de jî xwedî fikirekî dewlemend bû, ez dikarim bêjim di axaftin, şîrovekirin û hûnandina xwe de rewşenbîrek bû. Rastiya xwe di xwendina pirtûkan de naskiribû û her di got heya hemû jin azad nebin em nikarin xwe azad hîs bikin. Di aliyê birdozî de jin pêşxistin ku çawa bibin xwedî zanisteke mezin ji ber bêbextiya herî mezin ya li jinan hatibû kirin ku di aliyê fikirî de sîsteman ew paşxistibû. Di  nêrîna wê de dema jin di aliyê fikirî de xwe pêş bixe wê nikaribe li hember zihîneya baviksalarî têk biçe. Ji bo wê esas birdoziya jin berfireh pênase dikir û di şexsê xwe dida rûnişkandin. Her wiha li hember kevneşopiyên ku di civakê de li dijî jinan hatibû pêşxistin têkoşîneke mezin da meşandin û dikaribû jinan li derdora xwe kom bike ku îro li ser şehadeta wê em ewqas xemgînin û hêza xwe ji wê sekin û têkoşîna wê digirin.”

Şopdara heqîqet û azadiya jinê

Edalet Omer balkişand ser alîkariye têkoşer Emîne Kara ji jinan re ku di erka xwe de bibin xwedî misyon û însiyatîfeke xurt û wiha pê de çû: “Mêzekirina şehîd Evîn ji jinan re cuda bû dizanibû çawa wê jinê bike xwedî rol û misyon ku bi xwe bikaribe wê xebatê bi rê ve bibe. Şopdareke heqîqeta jin bû, her tim dihîşt di xebatê de jin bibin xwedî insiyatîf. Ji bo wê gelek ked da heya jin bibe xwedî biryar di qadên siyasete de, bi rastî jî ew nimûneya jina azad bû. Serkeftinên ku di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye de hatin bidestxistin mohra wê lê heye. Dibe ez çiqas behsa wê bikim axaftin têrê nekê, ya girîng em xwedî li xewin û xeyalên wê derbikevin û bibin hêvî ji bo hemû jinên cîhanê. Di dawiyê de ez dibêjim pergala ku li ser hesabê jinan bazaran vedikin hebûna xwe mayinde bikin, em çiqas weke jin hevgirtina xwe xurt bikin em ê ewqas bikaribin van pilanan vala derbixin.  Her wiha destdirêjiya ku li jinan tê kirin çi cûreyên erîşê be jî jêre bibin bersiv.”