EŞÎK’ê ji bo 9’emîn paketa darazê serdana DEM Partiyê kir

Platforma EŞÎK’ê ji bo hevdîtina hûrguliyên 9’emîn paketa darazê ya ku dê biçe meclisê, serdana DEM Partiyê kir.

Navenda Nûçeyan- Platforma ji bo Jinan Wekhevî (EŞÎK) der barê 9’emîn paketa darazê, nîqaşên destûra bingehîn, polîtîkayên di rêveberiyên xwecihî de werin şopandin hevdîtinên bi partiyên muxalif re berdewam dike.

EŞÎK’ê ku di 15’ê Gulanê de serdana CHP’ê kir, îro bi rayedarên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) re hevdîtin pêk anî. Şandeya EŞÎK’ê ku ji parêzer Hulya Gulbihar, ji platforma Em ê Cînayetên jinan rawestînin Fîdan Ataselîm pêk tê. Ji aliyê hevseroka giştî ya DEM Pariyêî Tulay Hatimogullarî, parlementera Amedê Sevîlay Çelenk û endamên Koordînasyona jinan a DEM Partiyê ve hatin pêşwazîkirin.