Doza Lîstikvan Katayoûn Riahî di bin gef û zextan de ye

Helbestkar Soraya Riahî der barê girtin û darizandina lîstikvan Katayoûn Riyahî de parvekirinek kir û wiha got: “Di bin gef û zextan de bi ambûlansê ji dadgehê hat derxistin."

Navenda Nûçeyan – Helbestvan Soraya Riahî derbarê dîtina doza Kataoûn Riahî ku yekem aktristên ku di destpêka serhildana gel a Îranê de ji bo hevgirtinê bi xwepêşanderan hicaba ya xwe derxistin de, daxuyaniyek da.

Soraya Riahî di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe ya înstagramê parve kir de, wiha got: "Katayoûn Riyahî di bin gef û zextan de bi ambûlansê ji dadgehê hat derxistin." Helbeskara ku bal kişand ser bêdengiya Mala Sînemayê û li pêşberî dadgehê neparastina Ketayoûn Riyahî û wiha nivîsan: "Tevî ku berê ji Mala Sînemayê re agahî hat dayîn jî, bêdeng man."

Lîstikvan Katayoûn Riahî di 21’ê Mijdarê bi sûcdariya "Bi têkilî danîna medyayên li dijî rejîmê re ji destpêka xwenîşandanan vir ve hewldana bêîstikrarî kirina ewlehiya welat” hat girtin û 8’ê Kanûnê bi kefalet hat berdan.