‘Divê di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de wekhevî hebe’

Jinên Suwedayê careke din li Qada Kerama kom bûn, diyar kirin ku jin bedela herî mezin a şerê li welat didome didin û gotin ku hêviya wan ew e di navbera hemû hevgirtiyên Sûriyeyê de wekhevî hebe.

Suweyda – Li bajarê Suweyda yê dikeve başûrê Sûriyeyê, û zêdetirî şêniyên wî Durzî ne, ji ber şerê navxweyî û krîza aborî, di sala 2023’yan de li Qada Kerama çalakî hatin destpêkirin. Gel û jinên ku tevli çalakiyan bûbûn, daxwazên wan ew bûn ku hikumet îstîfa bike, nelirêtî bi dawî bibin, ciwanên ku ji cihê xwe bûne, careke din vegerin ba malbatên xwe, girtî serbest werin berdan û biryara NY’ê ya bi hejmara 2254 were pêkanîn. Şêniyên Suweydayê duh careke din, li Qada Kerama, kom bûn û daxwaza wan a yekem azadî û guherîna hikumetê bû. Tevî ku ji ber hilweşandina hikumeta Beşar Esed kêfxweş bûn jî ji pêşerojê bi fikar bûn.

‘Pêvajo ji niha û pê ve dê hesastir be’

Yek ji jinên ku hatibû Qada Kerama, Amal Ezam, bal kişand ku Sûriye ber bi riyeke nû ve diçe û ev bang kir: “Pêvajoya piştî vê pir hesas e. Divê bingehên îstîqrar û yekitiya neteweyî têkûz bin. Ligel vê divê mafên welatiyên ji mezhebên cuda bikevin bin temînatê. Divê kesên ku hatine koçberkirin paşve vegerin. Ji bo ku her kes di nava aştiyê de bi hev re bijî divê hemû pêkhate di nava rêveberiya welat de cihê xwe bigrin.”

‘Bedela herî mezin a şer jin didin’

Ji jinên Suweydayî Maysoon Radwan jî diyar kir ku yên bedela herî mezin a şerê li welat didome, didin jin in, ji bo bihêzkirina makezagonê û di her warî de çêbûna wekheviya jin û mêr bang kir. Maysoon Radwan, got: “Em hêvî dikin ku di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de wekhevî hebe.”

Edalet û wekhevî

Hadwa Harb jî xwest ku hikumeta nû biryarên ku mafên hemû gelan di nava xwe de dihewîne bigre û got: “Divê hikumeta nû, riyeke ku xizmetê ji welat re bike bibîne. Divê mafên welatiyan bide wan û di navbera hemû pêkhateyan de edalet û wekheviyê pêk bîne.”

‘Hêviya me gihîştina azadiyê ye’

Rojnameger Hind Al-Aramoun jî got ku ji bo merheleya piştî vê fikarên wê hene, hêvî dike ku maf û azadî hebin û got: “Ez hêvî dikim em bi her awayî azad bin û ev serdem wiha bi encam bibe. Ez hêvî dikim ku hemû pêkhate hevkariyê bikin. Divê di Sûriyeya nû de yekitî hebe û di navbera her kesê de wekhevî çêbibe.”