Di salvegera 5’emîn a dagirkirina Efrînê de gel daket qadan

Bi boneya salvegera 5’emîn a êrîşên dewleta Tirk a li ser kantona Efrîn gelê Efrîn û Şehbayê daketin qadan.

Şehba – Di bin diruşmeya "Efrîn ya me ye û wê ji me re bimîne" welatiyên Efrîn û Şehba li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herikîn kolanan û salvegera 5'emîn a êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser kantona Efrîn şermezarkirin.

Di meşê de wêneyên pakrewanên Berxwedana Serdemê, şaxên zeytûnê û pankertên bi nivîsên "Dîktator Erdoxan mirovên bê sûc û guneh dikuje","Hêviya me berxwedana me ye, bi berxwedanê em ê vegerin Efrîn","Tirkiyê axa me talan dike zarok û mezinên me dikuje, Rusya jî bêdeng e" hatin hildan.

Meş ji çarxerêya navçeya Til Rifet heyanî qada navçeyê bi diruşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê ya li ser axa wan dom kir.

Piştî meş li qadê vegeriya mêtîngê ji bo tevahî berxwedêrên ku di Berxwedana Serdemê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Paşê Rêvebera Kongreya Star a Efrîn-Şehbayê Menal Şêxo axivî.

‘Efrîn ya me ye’

Menal Şêxo êrîşên dagirkeriyê ser Efrînê şermezar kir û got: "Em êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ku di 20'ê Çileya 2018'an de pêk aniye şermezar dikin. Efrîna ku bi aşîtî û ewlehiyê dihat nasîn dewleta tirk bi 72 balafiran vegerandin cihê şer û bê ewlehiyê. Efrîn a me ye û wê ji me re jî bimîne. Em ê bi rigê berxwedana xwe li Şehbayê rizgarkirina Efrîn misoger bikin û vegerin ser cih û warê xwe ya bav û kalan.”

Meş bi diruşmeya “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.