Di sala 2023’yan de li 16 welatan hezar û 153 kes hatin darvekirin

Li gorî rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di sala 2023’an de li 16 welatan hezar û 153 kes bi rêbazên cuda hatine darvekirin. Ji van kesan 853 li Îranê hatine darvekirin û bi vê yekê Îran ketiye rêza yekem.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî der barê pêkanîna cezayên darvekirinê li cîhanê de rapora xwe ya 2023’an eşkere kir. Li gorî rapora di DW de cih girt; hejmara kesên hatine bidarvekirin zêde bûye.

Hejmara herî zêde ji sala 2015’an ve heta niha sala 2023’yan e

Di raporê de hat destnîşankirin ku di sala 2023’an de li 16 welatan herî kêm hezar û 153 kes bi rêbazên cuda hatine darvekirin. Li gorî raporên Rêxistina Efûyê; ji sala 2015’an heta niha hejmara herî zêde ya 2023’an e. Rêxistinê, destnîşan kir ku di sala 2022’an de li seranserê cîhanê 883 kes bi cezayên darvekirinê hatine înfazkirin, di 2023’an de ji sedî 30 lê zêde bûne.

853 kes li Îranê hatin darvekirin

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji înfazên hatine kirin 853 jê li Îranê pêk hatine. Li gorî sala borî ev hejmar ji sedî 50 zêde bûye. Hat gotin ku gelemperî jî kesên ji sûcên siyasî û tiryakê hatine bidarvekirin in. Her wiha di raporê de hat gotin ku ji sedî 20 kesên hatine bidarvekirin Belûc in.

Erebistana Siûdî di rêza duyem de ye

Di raporê de hat destnîşankirin ku piştî Îranê di rêza duyemîn de jî bi 172 kesan Erebistana Siûdî tê. Hat diyarkirin ku ji kesên li Erebistana Siûdî hatine darvekirin 6 jê jin in. Mamosteyê teqawid Muhammed el Hamdî ji ber ku li ser medyaya dijîtal hikûmetê rexne kir, li Siûdiyê hat bidarvekirin. Somalî bi 38’an di rêza sêyemîn û DYA’yê jî bi 24 înfazan, di rêza çaremîn de cih girt.

 Li Jêra Sahraya Efrîqayê zêdebûna balkêş

Li gorî rapora rêxistinê, li welatên Efrîqayê yên Jêra Sehrayê di sala 2022’yan de 298 kes hatibûn bidarvekirin û di sala 2023’yan de ev hejmar derketiye 494 kesan. Hat bibîrxistn ku bi rêjeya ji sedî 66’an zêdebûna herî balkêş e.

Li hinek welatan hejmar nayê zanîn

Pispor dibêjin ku li Çînê hejmareke zêde kes hatine darvekirin lê nayên zanîn. Her wiha hejmarên li Koreya Bakur û Vîetnamê jê li raporê nehatin zêdekirin. Koreya Bakur bi qanûneke nû re rê li ber vekir ku kesên bi Koreyî neaxivin bên bidarvekirin.

144 welatan cezayê darvekirinê rakirin

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî da zanîn ku heta niha 144 welatan qanûna îdamê rakirine. Sekretera Giştî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnês Callamard daxuyanî da û got: “Welatên cezayê darvekirinê didin her diçe bêhtir bi tenê dimînin. Kampanyayên me yên li dijî vî cezayê bi kêr tên. Heta cezayê darvekirinê were rakirin dê têkoşîna me bidome.”