Di paketa darazê de biryarên derbarê jinan de tune tên hesibandin

Di 9’emîn pêşnûmeya paketa darazê de biryara AYM’ê tune hat hesibandin, tê xwestin ku pêşî li wê yekê bigrin jin piştî dizewicîn paşnavê xwe bi kar neynin.

Navenda Nûçeyan- 9’emîn Pêşnûmeya paketa darazê ku ji aliyê Wezareta Edaleta Tirk ve hatî amadekirin, li bendêne piştî cejna qurbanê bikeve meclîsê.

Pêşnûme ya ku ji 38 madeyan pêk dihat, di qanûna ceza ya Tirk de di qanûna medenî û qanuna Noteran de tê plankirin ku di gelek madeyan de guherîn were kirin. Di paketê de guherînên ku di qanuna medenî de tevî biryara dadgeha zagona bingehîn (AYM) cih dide ku jin piştî bizewicin nikarin bi tena serê xwe paşnavê xwe bi kar bînin. 

Di bikarnîna paşnavên jinan de guherîn

‘Paşnavê jinê’ ku di madeya 187’an ya qanuna medanî ya Tirk a hejmar 721’ê de cih digre, di sernavên ‘daxistina dema mafan de’ guherîn tên pêşbînîkirin. Li gorî madeya 187’an a qanûna medenî dema jinek dizewice paşnavê hevjînê xwe digre. Li gorî vê hukmî jin, neçar bû paşnavê mêrê ku pê re zewicî ye bigre lê belê ger bixwesta dikaribû paşnavê xwe û yê mêrê pê re zewicî bi kar bîne. Der barê vê rêk û pêkiyê de piştî serlêdanên hatine kirin, AYM’ê der barê biryara di 22’yê Sibata 2023’an de di rojnameya Fermî de hatî weşandin de ‘jin piştî ku zewicîn, girtina paşnavê hevjînê xwe, ne tenê bijarteka ku malbat bibe xwedî paşnavek havpar, têkiliya malbatê ava bikin û bi armanca bihêzkirinê tesbît hatin kirin, paşnavê xwe yê beriya bizewice piştî ku zewicî bi tena serê xwe bi kar bîne di navbera jin û mêran de muamelay cûda bi awayek makul  li ser binegh ne raweste, gihaye encama binpêkirina wekheviyê hatiye îhlal kirin.” biryara îptala peyva yekem ya madeya qanuna hejmar 4721 ya 187’an hate dayîn.  

Lê belê di rêk û pêkiya dawî de tevî biryara AYM’ê jî jin paşnavê xwe bi tenê bi kar bîne careke din tê astengkirin. Astengkirina wê ‘nirxandina girîngiya malbatê, dayik û bav cuda cuda paşnav bi kar bîne, li ser zarok bandorên neyînî ava dibe. Wê zarok kîjan paşnav bi kar bîne hatiye halê mijarek cuda ya nîqaşê were avakirin.”

Madeya têkiliya xizmî

Di pêşnûmeyê de qanûna medenî di madeya 286’an ya ‘reda têkiliya xizmî/ mafê dozê’ ‘hevjîn, dayîk yan jî zarok der barê têkiliya xizmî de doz vedike, dikare bingehê bavîtiyê hilweşîne. Ev doz li dijî kesên din ên xwedî dozê tê vekirin.” Cardin hate rêk û pêkkirin. Berê jî doza têkiliya xizmî  tenê mêr û zarok dikare veke. Ji ber vê di qeydên nifusê de kesê ku weke bav dihat dîtin, rewşa ku ne bavê rast e, mafê dayikê yê reda doza têkiliya xizmî nebû. Lê belê AYM bi biryara 26’ê Tîrmeha 2023’an ev zagon hate îptalkirin, hînceta vê madeyê jî ev biryar hate nîşandan. Rêk û pêkiya dema daxistina mafan

Cardin sernava ‘demên daxistina mafan’ ku di madeya 289’an ya qanuna medenî de cih digre guherînek tê pêşbînîkirin. Di qanuna heyî de ‘hevjîn, doza, dema welidîn û bav nebe yan jî di dema dayîk dû canî be de bi mêrekê re ketiye têkiliya zayendî ji dîroka pê hesayî de destpê dike di nava salekê de (…) divê were vekirin. Divê herî kêm di nava salekê de doz were vekirin.” Di rêkûpêkiya nû de weke madeya ku ‘hevjîn, dozê  welidîn û dema bav nebe yan jî di dema ku dayik ducanî dibe bi mêrek din re ketiye têkiliya zayendî ji dîroka ku di zane destpê dike (…) zarok jî ji dema têdigihe destpê dike û divê herî kêm di nava salekê de neçare dozê veke. Dayik ji welidînê zarok jî ji dîroka gihiştî de dest pê dike herî kêm di nava salekê de neçar e dozê veke.

Ji bo girtina zarok jî pêwîstî bi rêkûpêkiyê heye

Di madeya 314 a qanîna medenî de ‘Ji aliyê hevjînan ve bi hev re zarok girtin û xwedî hêza cudakirinê, qeyda nifusê ya biçûkan weke navê dayik û bav navê hevjînên ku wan zarokan girtine tê nivîsîn.” Weke ‘biçûkên ku ne xwedî hêza cudakirin qeyda nifusê, bi hevre girtina zarokê weke navê dayîk û bav, navê hevjînên ku zarok girtine, bi tena serê xwe girtin jî wek navê dayîk û bav navê kesê ku girtî tê nivîsîn. Derbar kesên din yên zarok girtine de, di halê daxwaz de ev hikum tê pêkanîn.’ Hate guherîn. Ev guherîn ji wek biryara AYM ya 26’ê Tîrmeha 2023’an tê nîşandan.