Di doza destdirêjiyê de ku kiryar bi unîforma ne dosya tê veşartin
Baroya Wanê ku der barê destdirêjiya jinek Afganî ya ji aliyê 2 leşkerên Tirk ve hat kirin de raporek amade kir, destnîşan kir ku di êrîşên jinên koçber ên li herêmê dijîn de bi uniforma bûyina kiryaran, encama polîtîkayeke bi zanebûn e.

Wan - Baroya Wanê rapora xwe ya der barê destdirêjiya jineke Afganî ya ku di 4'ê Çile de li navçeya Seravê ya Wanê ji aliyê 2 leşkerên Tirk ve hat kirin de, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dosya ji raya giştî tê veşartin û bal hat kişandin bi uniformabûyina kiryaran.
Rapora ku li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ji çapemeniyê re hat ragihandin, ji aliyê parêzer Zeynep Demîr ve hat xwendin. Zeynep Demîr bi bîr xist ku bûyera destdirêjiyê di 4'ê Çileya 2023'an de pêk hat û pêvajoya têkildarî bûyerê vegot.
“Agahiyên ku li navçeya Seravê ya Wanê li ser sînorê Îranê welatiyê Afganî ya binavê L.M. ji aliyê du leşkeran ve rastî êrîşa zayendî hatiye, di çapemenî û raya giştî de cih girt. Piştî hat tesbîtkirin ku L.M a ji aliyê leşkeran ve rastî êrîşa zayendî hatiye, weke koçber bi rêyên derqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûye, tevî komek koçberên neqanûnî yên ku hatine girtin, bêyî pêkanîna “parastina netewî” bê kirin bi rêbaza "paşve zivirandin", ji bo dijhiqûqî dersînorkirine tevî leşkeran birin sînorê Îranê. Lêgerîna ser ya jina koçber L.M. ku ber bi sînor ve hat birin û koma koçberên bêserûber ji aliyê leşkeran ve wek li dijî rûmeta mirovahiyê bi rêbazên tacîza zayendî hatiye kirin. Du leşkerên ku koma koçberên bêserûber birin ser sînor, L.M ji komê cuda kirin û êrîşa zayendî pêkanîn.”
Kiryarên destdirêjiyê hatin teshîs kirin
Zeynep Demîr a diyar kir jina Afgan a ku destdirêjî lê hatiye kirin, piştre bi derfetên xwe hatiye Qereqola Cendirmeyan a Sînor û der barê leşkerên destdirêjî li wê kirine gilî kiriye û wiha axivî: “Jin li vir 2 leşker teşhiş kiriye. 2 gumanbarên ku di çarçoveya lêpirsînê de leşker bûn, di 4'ê Çile de bi sûcdariya êrîşa zayendî hatin girtin. Serdozgeriya pêwendîdar jî di dosyeya lêpirsînê de biryara nepenîtiyê girt. Eşkere ye ku ev biryara nepenîtiyê ji fikara armanca lêpirsînê dikeve xeteriyê zêdetir, armanca veşartîna dosyayê ya jî raya giştî hildigre.”
'Ev ne cara yekem e'
Zeynep Demîr balkişand ku tiştên ku jin jiyane ne cara ewil e, diyar kir ku li Tirkiyeyê jinên koçber ên rastî van êrîşan tên. Zeynep Demîr wiha axivî“Yek ji sedemên sereke yên ku pergala serdest a mêr tacîz û tecawiza li ser jinan hatiye pergalkirin xwedî dike, şert û mercên penaberiyê yên li welat e û divê di zûtirîn dem de dest ji helwesta polîtîk ya ku dibe sedema van şert û mercan, were terikandin.”
'Bi unîformabûyîna wan ne tesaduf e’
Zeynep Demîr destnîşan kir ku ne tesaduf e ku kiryarên tundiya li dijî jinên koçber û yên li herêmê dijîn, kesên bi unîforma ne û wiha got: “Ne tesaduf e ku kiryarên bûyerên tundiya li ser jinên koçber an jinên li herêmê dijîn, kesên bi unîforma bin, ev encama polîtîkayek bi zanebûn e. lewra kiryarên ku di rewşên ku kiryar erkarê hezên dewletê an jî erkdarê kamûyê ne bi polîtîkaya bêcezakirinê bi hêz digrin de, ji pêkanîna sûcan dudilî nabin. Sedema jiyîna bûyera mijara gotine; bi pişt xwe girtina hêza kamûyê re der barê erkdarên dewletê yên sûc pêktînin de nemeşandina lêpirsînên bi bandor, polîtîkaya bêcezatiyê ya li hemberî zirxên unîforma, nebandor meşandina têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, ji kiryaran re cezayên wek xelat dayîn û polîtîkayên dewletê yên li hemberî koçberan e.”