Di 77’emîn Festîvala Filman ya Cannesê de xelat xwediyên xwe dîtin

Di 77’emîn Festîvala Filman ya Cannesê ku li Fransa hat li darxistin de, xelata Palmiyeya Zêr filmê ‘Anora’ ya Sean Baker girt, xelata lîstikvana jin ya herî baş jî filma ‘Emilia Perez’ wergirt.

Navenda Nûçeyan – Di 77’emîn Festîvala Filman ya Cannesê de ku li Fransa hat li darxistin û 22 film di pêşbirkê de bûn, xelat xwediyê xwe dîtin. Merasîma xelatdayînê ku di 14’ê Gulanê de li bajarê Cannesê dest pê kir, li Saraya festîvalê ya Cannes hate li darxistin.  

Di merasîmê de xelata Palmiyeya Zêr filmê drama ‘Anora’ yê derhêneriya wê derhênerê Emerîkî  Sean Baker kir, wergirt. Derhênerê Fransiz Coralie Fargeat bi filma ‘The Sunstance’ layîqî xelata senoryoya herî baş hate dîtin. Xwediyê xelata juriya taybet, senarîstê Fransî û derhêner Jacques Audiard bi filma ‘Emilia Paeraz’ wergirt. 

Xelata taybet ji derhênerê Îranî re hat dayîn

Xelata taybet bi filma ‘The Seed of the Sacred Fig’ hat dayîna derhênerê Îranê Mohammad Rasuulof. Filmê bi navê ‘All We Imagine as Light’ ya Payal Kapadia hêjayî xelata mezin hat dîtin û xelata derhênerê herî baş bi filmê ‘Grand Tour’ ji derhênerê Portekîzî Miguel Gomes re hat dayîn.

4 jin xelata lîstokvana herî baş wergirtin

Di festîvalê de, xelata lîstokvana herî baş ya jin bi performansa di filma ‘Emilia Perez’ de Adriana Paz, Zoe Saldana, Karla Sofia Gascon û Selena Gomez wergirt. Xwediyê xelata lîstokvana herî baş ya mêr bi rola xwe ya di filmê ‘Kinds of Kindness’ Jesse Plemind bû. Xelata kemera zêr bi filmê ‘Armand’ derhênerê Norevçî Halfdan Ullman Tondel wergirt.