Di 1000’emîn hefteyê de Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ne

Dayikên Şemiyê di hefteya hezaremîn a çalakiya xwe de bi tevlibûna partiyên siyasî û hêzên demokrasiyê de li Qada Galatasarayê kom dibin.

Navenda Nûçeyan – Têkoşîna Edaletê ya ku Dayikên/Mirovên Şemiyê ji sala 1995’an û vir ve ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û bi daxwaza faîl bên darizandin tê meşandin ket hefteya xwe ya 1000’emîn.

Ji ber çalakiya girseyî ya di hefteya hezaremîn de were kirin, bariyerên polîsan ên di sala 2018’an de danîbûn dora Qada Galatasarayê hatin rakirin. Di serî de Dayikên/Mirovên Şemiyê û parazvanên mafan dest bi ketina qadê kirin.

Kesên hatin qadê pêşmalkên ku bi Kurdî û Tirkî li ser “Dayikên Şemiyê” dinivîsîn, li xwe kirin. Dayikên/Mirovên Şemiyê li ser pankarteke reş ku wêneyên kesên di bin çavan de li ser û nivîsa “Hezar Hefte” li ser dinivîsî hate nivîsîn.

Gel ji bo piştgiriya bi Dayikên Şemiyê re berê xwe didin qadê.