Dewleta Tirk li Minbicê hezar û 500 hêktar zeviyên çandiniyê şewitand

Ji ber şewatên ku çeteyên dewleta Tirk li gundewarên Minbicê pêk dianîn, hezar û 500 hêktarên zeviyên çandiniyê û zêdetirî 18 hezar darên zeytûnê şewitîn.

Navenda Nûçeyan – Ji dema ku berhemên çandiniyê gihandin ve, dewleta Tirk û çeteyên wê li seranserî eniyên şer ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agir bi zeviyan dixin. Li eniyên şer ên bi ser gundewarên kantona Minbicê ve çeteyên dewleta Tirk agir berda zeviyan, bi wê re rûberên fireh ên zeviyên çandiniyê û darên zeytûnê şewitîn.

Çeteyan îro ji nêzî baregeha dewleta Tirk a li gundê Şêx Nasir ve agir ber bi gundên Qirtwêrana Mezin, Qirtwêrana Biçûk û Yalnî ve berda. Tîmên agirkujî û xelkê wan gundan hewl didin agir vemirînin ku gihandiye nêzî malan.

Li gorî agahiyên ku ANHA’yê par vekir, 500 hêktarên çandiniyê ku tê de 6 hezar darên zeytûnê yên gundên Qirtwêrana Mezin û Qirtwêrana biçûk, her wiha 2 hezar darên zeytûnê li gundê Yalnî şewitîn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê beriya çend rojan ji gundê Kirêdiyê yê dagirkirî ve agir ber bi gundên Ceble El Hemra, Hûte, Cib Mexzom, Mîlwêran ve pêxistin. Di encamê de li gorî gundiyan hezar hêktar şewitîn.