‘Dewleta Tirk bi biryara Doza Kobanê tola DAIŞ’ê hiltîne’

Jinên bajarê Kobanê yê kantona Firatê piştgirî dan siyasetmedarên Kurd ji Doza Kobanê dihatin darizandin, diyar kirin biryara hatiye girtin derhiqûqî ye û gotin: “Dewleta Tirk bi biryara Doza Kobanê tola DAIŞ’ê hiltîne.”

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Dewleta Tirk di derheqê 108 siyasetmedar û hiqûqnasên ku di nava wan de hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî heye ku ji Doza Kobanê dihatin darizandin heye cezayên girtigehê birî. Jinên bajarê Kobanê teqez kirin ku armanca dewleta Tirk bi darizandina siyasetmedaran ji Doza Kobanê tolhildana DAIŞ’ê bû, gotin: "Çawa îradeya gelan li her çar parçeyên Kurdistanê bi ser ket û planên wan têk çûn, teqez wê hemû girtiyên siyasî ji zindanan werin rizgarkirin."

Xelkên bajarê Kobanê helwesta xwe ji roja yekem a darizandinê ve heta niha nîşan didin û gotin ku ev biryar derqanûnî ye.

‘Dewleta Tirk bi navê Doza Kobanî bi gelê Kurd re şer dike’

Der barê Doza Kobanê ya li Bakurê Kurdistanê li dijî siyasetmedaran hatibû vekirin de endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Luceyn El-Salim got: "Dewleta Tirk bi navê Doza Kobanê siyasetmedar û hiqûqnasên Kurd didarizîne û weke dozeke siyasî, gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê ceza dike.”

Luceyn El-Salim teqez kir ku Kobanê bi riya serkeftina xwe ya li dijî DAIŞ’ê bûye keleha têkoşîn û berxwedanê û wiha berdewam kir: "Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşê bajarê Kobanê kirin, şêniyên wê û bi hezaran ciwanên Kurd berxwedaneke mezin raber kirin û serkeftina wê misoger kirin. Şêniyên Kobanê yên li hundir û derve li her çar aliyên Kurdistanê rola herî sereke di vê serkeftinê de lîstin."

‘Helwest û berxwedana siyasetmedaran a ji bo gelê Kobanê çima tê cezakirin?’

Luceyn El-Salim wiha li axaftina xwe zêde kir: "Dewleta Tirk îdia dike ku ew dewleta xwedî mirovahî, maf, aştî û demokrasiyê ye lê siyasetmedar û mafnasan çi kiribûn ku ewqas sal cezayê zindanê li wan hat birîn? Gelo helwest û berxwedana wan a li kêleka gelê Kobanê çima tê cezakirin? Em teqez dikin ku ev biryara dadgehê dê hêza me kêm neke dijberî wê îsrara me ya berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê dê zêdetir bike."

‘Dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞ’ê hilîne’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Zehîda Elî jî got: “Gelê Kurd her dem ji aliyê dewleta Tirk ve rastî binpêkirin, qirkirin û zilmê tê. Dewleta Tirk gelek caran bi riya DAIŞ’ê xwest me têk bibe lê ew bi xwe têk çû. Îro jî ceza dide siyasetmedar û mafnasan, ji ber ku dixwaze tola DAIŞ’ê bistîne. Binpêkirinên dewleta Tirk dê îsrara me zêdetir bike û em ê têkoşîna xwe bilind bikin, çalakiyên xwe yên şermezarkirinê berdewam bikin."

‘Armancên siyasî û leşkerî’

Cîhan Mustefa jî got: "Em cezayê ku li siyasetmedarên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê hatine birîn, şermezar dikin. Çima dema dewleta Tirk ji hemû aliyan piştgirî da DAIŞ’ê û wan şand ji bo gelê Kurd qir bikin tu dewletê tiştek nekir, wan  nedarizand? Ji ber wê ye ku niha ew kesên parastina berxwedan û mirovahiyê kirine darizîne dike."

Her wiha diyar kir ku armancên siyasî û leşkerî li pişt girtina vê biryarê hene û wiha bi dawî kir: "Darizandina siyasetmedaran bi navê Doza Kobanê, di dema niha de û di vê pêvajoyê de ne tesaduf e. Mijarên siyasî û leşkerî li pişt wê hene. Her wiha dewleta Tirk ji nû ve êrîşên xwe li dijî herêmên parastina medyayê û herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê zêde kirine, hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re jî careke din hat qedexekirin û bi navê Doza Kobanê jî siyasetmedarên Kurd bi dehan salan ceza girtin."