DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da

Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê yên DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan.

Navenda Nûçeyan- Hevberdevkên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 25 sale li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û di hucreyê de di bin tecrîdeke girankirî de ye hevdîtinê bikin serlêdan kirin. Sevda Çelîk Ozbîngol û Ozturk Turkdogan ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 39 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin re hevdîtinê bikin bi daxwaznameyekê serî li Wezareta Dadê dan. 

Hevdîtina herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bû’

Di daxwaznameya serlêdanê de hat bibîrxistin ku ji Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên di heman girtîgehê de tên girtin, demeke dirêj e agahî nayê girtin. Di daxwaznameyê de behsa hevdîtina dawî ya Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan û parêzerên xwe re kirî hate kirin û wiha hate gotin: “Qedexeya hevdîtina biparêzer re ya birêz Ocalan û hikumxwariyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin ji Tîrmeha 2011’an ve heta 2’yê gulana 2019’an 8 salan bi awayekî bênavber hatiye berdewamkirin. Hevdîtina bi parêzer re di sala 2019’an de 5 caran pêk hatiye û piştî hevdîtina dawî ya bi parêzeran re ya di dîroka 7’ê tebaxa 2019’an ve pêkanîna qedexeya bênavber dîsa hatiye destpêkirin.”

Hincet neyên ragihandin 

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku daxwazên hevdîtinan ên parêzer û endamên malbatê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta cezayên dîsîplînê yên hatine dubarekirin tên astengkirin û cezayên dîsîplînê ji parêzeran re nayên ragihandin û der barê hincetan de tu agahî nayên dayîn.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku parêzerên Abdullah Ocalan diyar kirine di bin tecrîdê de girtin li dijî peymanên navneteweyî ye, de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), di rapora xwe ya 5’ê Tebaxa 2020’an de li ser serdana Girtîgeha Îmraliyê ya sala 2019’an nirxandiye ku Ocalan û sê kesên din di rewşeke ku têkiliya wan bi cîhana derve re bi temamî bê qedexekirin de ne û ev rewşa ku nahêlin bi tu kesê re hevdîtinê bikin, cureyeke hebsa hucreyê (incommunicado) ye. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku parêzerên Abdullah Ocalan di dawiya sala 2022’yan de serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dane.

‘Divê demildest ziyaret werin kirin’

Di serlêdanê de ev hat gotin:

“Komîteyê ev serlêdan ji Tirkiyeyê re şand û weke tevdîreke demkî xwest ku dawî li rewşa agahînegirtina mutleq a 'incommunicado' were anîn, parêzer bêyî astengî bikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Lê belê Tirkiyeyê tevî yekê jî tu gav neavêtin. Qedexekirina hevdîtina parêzeran a li Girtîgeha Girava Îmraliyê, bi awayekî eşkere Qaîdeyên Kêmtirîn Standart ên Têkildarî Muameleya Der heqê Girtiyan de ya Neteweyên Yekbû (Qaîdeyên Nelson Mandela) ku di sala 2015’an de hatibûn nûjenkirin, pêşniyarên CPT’yê û Qanûna Înfazê ya Hejmar 5275 a Tirkiyeyê binpê dike. Dewlet mecbûr in ku bêyî ku li nasname û cezayên girtiyan binêrin, rê bidin ku girtî mafên xwe bicih bînin.

 Di serî de weke ku di rêgezên 8 û 19 ên di Rêgezên Sereke yên Neteweyên Yekbûyî yên Têkildarî Rola Parêzeran de hatiye diyarkirin; parêzer divê bêyî ku rastî tu zext, astengkirin, mudaxileyên bi rêya tacîz û nelirê bên divê hem li welat hem jî li derveyî welat bi rehetî xebatên xwe yên pîşeyî bi cih bînin û bikarin rêwîtiyan bikin. Her wiha divê bi rehetî bikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Di heman demê de li gorî Xala 59’emîn a Qanûna Hejmar 5275 a Têkildarî Ceza û Tevdîrên Ewlehiyê, mafê hikûmxwaran heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Eşkereye ku divê qedexeya derhiqûqî ya hevdîtina bi parêzeran re li Girtîgeha Girava Îmraliyê tavilê bê rakirin û parêzer bi domdarî biçin serdanê.”

 Daxwazên DEM Partiyê

* Divê polîtîkaya agahînegirtina mutleq a li Girtîgeha Girava Îmraliyê ku êdî sînorê tecrîdê jî derbas kiriye were bidawîkirin, rêgezên hiqûqa gerdûnî bên naskirin, Abdullah Ocalan û hikûmxwarên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim bikarin bi vasî, malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin û ji bo vê hûn tavilê bikevin nava hewldanên pêwîst û mecbûrî.

* Em ji we dixwazin ku hûn weke serokê HSK’ê ji bo der heqê kesên li Girtîgeha Girava Îmraliyê dibin sedema rewşa agahînegirtina mutleq de her cureyên edlî û îdarî bên destpêkirin bikevin nava hewldanan.

* Em dixwazin hûn destûrê bidin ku weke parêzer û Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê em li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim re hevdîtinê bikin.”