DEM Partî ji bo girtiyên nexweş pêşnûmeqanûn da Meclîsê

Serok wekîlên DEM Partî ji bo rakirina cezayê muebbeta girankirî pêşniyarqanûn da Meclisê.

Enqere- Serowekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî, derbarê girtiyên nexweş de, pêşniyarqanûn dan Serokatiya Meclisê.

Ji bo rakirina cezayê muebbeta girankirî ku girtiyên nexweş heta dawiya emrê xwe di girtîgehê de dimînin, ji bo rakirina hukmê qanûnê pêşniyarqanûn hate pêşkêşkirin.

Di pêşniyarqanûnê de hat diyarkirin ku xala “Di dema vî cezayî de bi tu awayî navber nayê dayîn” dike ku girtiyên nexweş neyên tedawîkirin û rê li ber mirina wan vedike. Bi domdarî hat destnîşankirin ku kesên ev ceza lê hatiye birîn ger girtiyên nexweş bin û ATK raporê bide jî cezayê wan nayê taloqkirin. Hat destnîşankirin ku girtiyên nexweş ji ber vî cezayî nikarin tedawî bibin û ev jî dibe sedema mirina wan.

Di dawiya pêşniyarqanûnê de jî hat xwestin ku cezayê muebbeta girankirî bi temamî ji meriyetê were rakirin.