Dayikên Şemiyê: Ji cihê lê yî tu jî qerenfîlekê deyne!

Bi sepana ku li ser medyaya dijîtal hate destpêkirin re, wê ji ber çalakiya hefteya 1000'emîn ya Dayikên/Mirovên Şemiyê ku sibe bê lidarxistin, hemû kes bikaribe qerenfîlek deyne Qada Galatasarayê.

Navenda Nûçeyan – Dayikên/Mirovên Şemiyê di 27’ê Gulana 1995’an de bi daxwaza dîtina windakiriyan li Qada Galatasarayê hatin gel hev û tevî her cureyên êrişan û astengkirinan jî têkoşîna xwe domandin. Îro jî wek 29 sal berê têkoşîna wan didome.

‘Her kes ji cihê lê ye qerenfîlekê deyne Qada Galatasarayê’

Dayikên/Mirovên Şemiyê di hefteya 1000’emîn de dê carek din li Qada Galatasarayê kom bibin. Dayikên Şemiyê li ser hesabên medya dîjîtal sepana online da destpêkirin û ji bo banga piştevaniya çalakiya hefteya 1000’emîn ev bang kir:

“Em dikevin hefteya 1000’emîn, ev 1000 hefte ji bo me xizmên wendayan ne tenê hejmarek e. Em dizanin hin kesên ku ji bo kesên li tevahiya cîhanê di bin çavan de hatine wendakirin dixwazin tiştek bikin, hene. Sepanek me heye ku her kes dikare ji cihê lê ye bi armanca piştgirî dayîna Dayikên Şemiyê bi riya online dikare qerenfîl dêyne. Her kes li ser malpera ‘cumartesianneleri.org.tr’ dikare ji cihê lê ye qerenfîlekê deyne Qada Galatasarayê.”