Dayika aşitiyê Bedriye Demîr jiyana xwe ji dest da

Dayika aşîtiyê ya Riha yê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Riha - Endama dayikên aşitiyê ya Rihayê Bedriye Demîr (65) ji ber şewba sermayê rakiribûn nexweşxanêye. Bedriye Demir di  encama enfeksiyona kezeba spî de duh li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Bedriye demîr ji sala 1990’an heya roja me îro ji ber dawi anîna şer û ji bo aşitiyek mayînde tekoşîn dabû meşandin. Di heman demê de endema navçeya Riha yê ya Partiya Demokrasi ya gelan (HDP) bû.

Cenazeya dayika aşîtiyê Bedriye Demîr vê îro were definkirin.