‘Daxuyaniyên der barê Cemaata Îsmaîlaga de giliyê sûc e’

Parêzer Selîn Nakîpoglu bertek nîşanî daxuyaniya Cubbelî Ahmet ku got Cemaata Îsmaîlaga zarokên keç bi kar tîne da û da zanîn ku dibe êrişa zayendî hebe û got: “Ev giliyê sûc e.”

Navenda Nûçeyan – Ahmed Mahmut Unlu ku wek Cubbelî Ahmet tê nasîn piştî ji Cemaata Îsmaîlaga hat dûrxistin, der barê cemaatê de hinek tiştên ku got bûn sedema nîqaşan. Herî dawî Ahmet Mahmut Unlu diyar kir ku ji aliyê Cemaeta Îsmaîlaga ve bi zarokên keç ên li medreseyê ‘sêhr’ didin kirin û wiha got: “Zarokên me di karên sêhrê de bi kar tînin. Ger ez emîn nabim ez van tiştan nabêjim. Ev agahî ji çend terîqatan hatin.”

Parêzer Selin Nakîpoglu der barê daxuyaniya Ahmet Mahmut Unlu de axivî û got ku ev yek giliyê sûc e.

‘Daxuyanî di hema demê de tê wateya îtirafkirina gelek sûcan’

Selîn Nakîpoglu da zanîn ku ev daxuyanî tê wateya êrişa zayendî û wiha got: “Li vê derê tişta bingehîn ku divê binê wê were xêzkirin, mijara êrişa zayendî ya li dijî zarokan tê kirin e. Divê peyva ‘di karê sêhrê de hatine bikaranîn’ were vekirin. Bikaranîna zarokan bi xwe îtirafa êrişa zayendî ye lê belê zarokên li wê derê rastî çi curê êrişa zayendî hatine? Avakirina van medreseyan jixwe li dijî destûra bingehîn e. Cemaeta Îsmaîlaga, hebûneke li dijî destûra bingehîn e û divê rêveber werin darizandin. Divê dozgereke komarê zûve lêpirsîn dabûya destpêkirin. Di bin navê ‘sêhrê’ de êrişa zayendî ya li dijî zarokan heye. Divê çawa êrişa zayendî li dijî wan hatiye kirin were zanîn. Ev rewş dibe ku balê dikşîne ser sûcên ku hatine kirin. Dema ku civak darizandina failan dibîne baweriyê bi edaletê tîne.”