Cezayê girtîgehê li Farzaneh Seidî û Xezal Behzadizadeh hat birîn
Li gel berdewambûna serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilayê Kurdistan û Îranê didome, ji aliyê hikumeta Îranê ve terora girtinê jî berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara ji Îlamê Farzaneh Seidî ku di meha Cotmeha 2022’an de hatibû girtin û bi kefalet hatibû berdan, mehkûmê cezayê girtîgehê hat kirin, Xezal Behzadizadeh a di dema serhildana şoreşgerî de li gel birayê xwe Mîlad Behzadizadeh hat girtin jî ceza girt.
Farzaneh Seidî ya ji Îlamê ku di Cotmeha 2022’an dema serhildana şoreşê de hatibû girtin û bi kefaleta 3 milyar Tumenî hatibû berdan, mehkûmê cezayê girtîgehê û pere hat kirin.
Li gorî nûçeya hat belavkirin, di doza Farzaneh Seidî de danişîn li du beşên cuda yên Dadgeha Şoreşê û Dadgeha Ceza ya Îlamê hatin dîtin.
Di danişînên hatin dîtin de Ferzaneh Seidî bi sûcdariyên “li dijî ewlekariya neteweyî kombûn û lihevkirina veşartî”, “Xirakirina aramiya giştî û li dijî pergalê propaganda” mehkûmê 4 sal cezayê girtîgehê, 2 sal qedexeya rêwîtiyê û betalkirina pasaportan hat kirin.
Li gorî nûçeyên di qonaxa Temyîzê de hatin weşandin, cezayê wê wek 2 sal cezayê girtîgehê hatiye taloqkirin, 25 milyon tumen cezayê pere, 2 sal qedexeya rêwîtiyê û betalkirina pasaporta wê hat guhertin.
6 sal cezayê girtîgehê li Xezal Behzadizadeh hat birîn
Xezal Behzadizadeh Shaervand ya ji bajarê Îsfehanê ku meha Cotmehê di xwepêşandanên seranserê welat de hat girtin û sewqî girtîgeha navendî ya bajar hat kirin, mehkûmê 6 sal cezayê girtîgehê û du sal qedexeya derketina derveyî welat hat kirin.
Birayê Xezal Behzadizadeh Mîlad Behzadîzadeh ku bi wê re hat girtin, ji aliyê dadgeha Şoreşê ya Esfehanê ve mehkûmê 8 sal cezayê girtîgehê û du sal qedexeya derketina derveyî welat hat kirin.
Mîlad Behzadizadeh beriya çend salan di encama qezayeke trafîkê de lingek xwe winda kir, di dema lênêrîna lingê wî yê protez de birîn û şikestinan çêbû û niha di girtîgehê de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ye. Rayedarên girtîgehê destûr nadin ku malbat bi rewşa wî re mijûl bibe.