Cejna zimanê Kurdî li Mexmûrê hat pîroz kirin

Qada Perwerdê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “Ji bo hebûna zimanê xwe divê em têkoşînê mezin bikin.”

Mexmûr - Qada Perwerdê ya wargeha penaberan a Mexmûrê bi daxuyaniyekê cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Daxuyanî li parka Şehîd Aryen Cudî bi tevlîbûna xwendekar û mamosteyan hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê xwendekara dibistana amedeyî Şîrîn Oren ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Zimanê Kurdî zimanek kevnar û dewlemende, vî zimanî berî zayînê pêşengtî ji wêjeya cîhanê re kiriye. Her çendî ev ziman çend caran bi qirkirinê re rû bi rû maye jî, niha yek ji zimanê herî dewlemende. Her çend di demê Medan de gavên mezin hatibin avêtin, lê piştî wê tevahî berhemên wê yên nivîskî ji aliyê Îskender ve hatiye şewitandin. Piştî bişaftinên ramyarî, hinek Kurdan ji zimanê xwe şerm kirine û navê zarokên xwe kirine Erebî. Dijminê me dizanin tunekirina civakê bi tunekirina zimanê wê pêkane. Ji ber wê hertim dijminên li Kurdistanê bûne desthilat, her yekê bi rêbazên cûda xwestine zimanê me tune bikin. Ruxmê êrişên bê hempa li ser zimanê me çêbûne jî, lê di her serdemekê de hinek kesên giranbiha derketine û ziman û wêjeya Kurdî parastine û dijminê zimanê Kurdî nekarîne zimanê Kurdî tune bikin.

‘Derketina kovara Kurdî bersivek baş da dijmin’

Bi avakirina dewleta Tirk re rewş xiratir bû, ji ber Tirkan dewleta xwe li ser tunekirina Kurdan ava kiribûn. Ji bo Kurdan tune bikin lez dan bişaftina ziman, çand û wêjeya Kurdan. Li hemberî vê qirkirinê gelê Kurd serî rakir, lê mixabin hemû serhildanên Kurdan bi komkujiyan hatin jinavbirin. Rewşenbîrên Kurd ji Bakurê Kurdistanê koçberî parçeyên din yên Kurdistanê bûn, li wan cihan jî xebatên xwe yên parastina ziman berdewam kirin. Tirkan bi zilma xwe nekarîn vîna kesên weke Osman Sebrî, Qedrî Can, Cegerxwîn û h.w.d bişkînin. Van rewşenbîran bi xebatên xwe yên cûr be cûr lez dan pêşxistina ziman û wêjeya Kurdî. Heta 15’ê gulana sala 1932’an dibin pêşengtiya Celaded Elî Bedirxan de cara yekem kovara Hewar bi zimanê Kurdî bi tîpên latînî li Rojavayê Kurdistanê dest bi weşanê kir. Derketina vê kovarê ji bo dijmin bû bersivek baş û ji bo gelê Kurd bû hêviyek. Piştî vê êdî alfabeya Kurdî û Latînî derket holê.

‘Êrişên li dijî zimanê Kurdî berdewame’

Gelê Kurd di sala 1996’an de ev roj weke cejna zimanê Kurdî pejirand û ji wê demê heta niha weke roja cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Herçend kovara Hewar derketibe û ev roj buye cejna zimanê Kurdî, lê êrişên li dijî zimanê Kurdî berdewam dikin. Li Bakurê Kurdistanê hîna zimanê me qedexeye, navê gundên me bi Tirkiye û navê Kurdistanê qedexeye. Ji bo em bikarin vê bê mafiyê bişkînin û zimanê xwe bikin zimanê serdemê, divê li herderê em bi zimanê xwe bi axivin û ji bo hebûn û azadkirina zimanê xwe divê em têbikoşin. Bi hêviya zimanê me bibe zimanê herî pêşketî yê cîhanê, em vê rojê li tevahî mirovahî, gelê Kurd, lehengên azadiyê û Rêber Apo pîroz dikin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.