Biryara darvekirinê yê Îranê li Qamişlo hat şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan û dayikên şervanên azadiyê bi pêşengiya Kongra Star, ji aliyê dewleta Îranê ve biryara darvekirinê yê li ser Ethem Ozdemîr bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar kirin.

Qamişlo – Gerîlayê HPG’ê Ethem Ozdemîr (Rêgeş) 23’yê Hezîrana 2019’an li qada Kevirê Spî ya herêma Qeleniyê di encama şerê bi Muhafizên Şoreşê ya Îranê re derketî de, hate dîlgirtin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 28’ê Tîrmeha 2019’an daxuyanî dabû û ragihandibû ku Ethem Ozdemîr bi birîndarî dîl ketiye destê hêzên Îranê. Dewleta Îranê piştî 33 mehên girtîbûna Ethem Ozdemîr, ew derxist Dadgeha Şoreşê ya li bajarê Xoyê. Piştî darizandineke kurt, di 15’ê Adara 2022’yan de cezayê îdamê li Ethem Ozdemîr hate birîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan û dayikên şervanên azadiyê bi pêşengiya Kongra Star û tevlibûna rêxistin û saziyên Kongra Star, cezayê darvekirinê ku li Ethem Ozdemîr hatiye birîn, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyaniya ku ji aliyê dayika wî Menîce Heyder, ve hat xwendin de wiha hat gotin:  

“Di demeke ku Kurd di her astê de berxwedan û têkoşîna xwe didomînin, bi pêşengiya jinên Kurd ên azad ku bûne mînak ji jinên Rojhilata Navîn re şoreşeke mezin bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan didome û dibe îlham ji bo jiyana azad. Jiyana nû dê bi afirînerî û şopdariya riya şehîdan pêkan be. Bi taybetî jî dagirkerên Kurdistanê, bi her cure zordarî û qirkirina etnîkî ya sîstematîk û her tiştê ku li dijî nirx, exlaq û qanûnên navneteweyî ye, bi dehan salan e li dijî Kurdan dimeşînin. NATO bi çekên kîmyewî yên cur ber cur ên hatine qedexekirin, rêbazên ku ji pîvanên hemû olan dûr in, çi faşîzma Enqereyê be, çi rejîma Baas be, çi rejîma melayên Tehranê be ku bi darvekirina meydanî bi navûdeng e.

‘Şoreşa keziyan bû mînaka herî mezin’

 Em weke jin, dayikên aştiyê, dayikên şehîdan û dayikên gerîlayan, pêkanînên dewleta Îranê û hikûmeta Tehranê ya bi  biryarên kêfî yên li ser girtiyê şer Rêgeş ê ku endamê HPG’ê ye û di sala 2019’an de, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû dîlgirtin, piştî demekê ji dîlgirtinê, cezayê bi darvekirinê lê hatibû birîn şermezar dikin. Ev ne cara yekem e ku jin û xortên Kurd li Îranê tên bidarvekirin.

‘Divê dawî li darvekirina mirovan were anîn’

 Em bang li rêxistinên mafên mirovan û encûmena asayîşê dikin ku zextê li hikûmeta Îranê ya faşîst bikin da ku dest ji van biryarên derexlaqî berde û bi darvekirina mirovan bi dawî bike. Her wiha em bang li gelê Kurd û rêxistinên jinan dikin ku têkoşîna şoreşgerî bilind bikin, sûcên rejîmên dîktator werin eşkerekirin  û bi pêşengiya jinên azad ala azadiyê bilind bikin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.