Bi ciwaniya xwe helbest û kurteçîrokan dinivîsîne

Fatima Xelîl a bi temenê xwe 19 salî ji xwendina birtûkên wêjeyê helbest û kurteçîrokan dinivîsîne û li ser malbpera xwe ya medyaya dîjîtal diweşîne, bang li her kesî dike ku pirtûkan bixwînin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo - Xwendina pirtûkan fêrbûn têgihîştina rastî û heqîqetê ye her wiha xwe perwerdekirin û rêbazên dahûrandina mêjiyê mirovan e. Fatima Xelîl a bi temenê xwe 19 salî xwendekara zanîngeha Rojava ye ji bajarê Qamişloyê ye, ji sala 2019’an ve ji ber hezkirina ji xwendina pirtûkên wêjeyî û zanistê re helbest û kurteçîrokan dinivîsîne. Hewl dide di pêşerojê de romanan binivîsîne û bibe helbestvan û nivîskareke bi nav û deng. Ew dibêje ku xwendina pirtûkan zanebûna mirovan zêde dike. Fatima Xelîl behsa destpêkirina nivîsandina helbest û kurteçîrokan kir.  

 ’Armanca min ew e ku ez pirtûkeke çîrokan çap bikim’

Fatima Xelîl behsa nivîsên xwe kir û diyar kir ku armanca wê bi nivîsandina kurteçîrokan ew e pirtûkekê çap bike wiha got: “Ji sala 2019’an ve min dest bi nivîsandina, nivîsên wêjeyî kir. Ev tişt ji bo min ne zehmet bû ji ber min hîs dikir tiştekî pir xweş e dema ku  jin hestên ku di warê tiştên ku di jiyana wan de derbas dibin binvîsînin. Min hêdî hêdî dest bi nivîsandina helbest û kurteçîrokan kir. Detpêkê min hinek zehmetiyan kişand di aliyê rêziman de ji ber ku min Kurdî dixwend bandora ziman li min dikir lê niha her tişt ji min re hesan tê. Armanca min ew  ku ez pirtûkeke çîrokan çap bikim.”

Fatîma xelîl diyar kir û nerîna gel der barê nivîsên wê de baş e û bandorê li wan dike û wiha berdewam kir: “Bi piştgiriya malbat û hevalên xwe ez gihîştim vê astê ji ber ku her cara min nivîsek dinivîsand bi min xweştir dibû. Dema ku malbat biştgiriyê te yê yekem be tu yê her dem bi ser bikevî. Piraniya nivîsên xwe li ser hesabê înstagramê belav dikim. Di demên niha de ne zêde li ser malperê belav dikim, ez dixwazim nivîsên min piraniya wê di nava civakê û mirovan de hebin weke pêşbirk, festîval, şahî û pirtûkan cihê xwe bibînin.”  

‘Bi xwendina pirtûkan mirov xwe perwerde dike’

Fatima Xelîl bal kişand ser girîngiya xwendina pirtûkan û bang kir ku her kes pirtûkan bixwîne û zanebûna xwe zêde bike û wiha bi dawî kir: “Dema ku ez pirtûkek dixwînim xeyalên min berfireh dibin û daxwaza xwendinê bi min re zêde dibe. Ji ber ku xwendina pirtûkan zanebûnê zêde dike û mirov perwerde dike. Tu meraq dikî çi li derdora te heye û her tiştê ku di jiyana te de derbas dibe fêm dikî, hîn dibî û asoyên nû ava dibin. Xwendina pirtûkan tişta herî bingehîn e di jiyana mirovan de. Di pêşerojê de dixwazim pirtûkeke çîrokên rastîn çap bikim û bibim nivîskar û helbestvaneke bi nav û deng.”